4 partiyê Rojava daxwaza hilweşandina biryara bilindkirina nirxê sotemeniyê dikin

.

Ew 4 partî dibêjin: “Ev biryar, barê xelkê girantir kiriye. 

 Ji ber bilindkirina nirxê sotemeniyê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, 4 partiyên di Rêveberiya Xweser û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) de bi daxuyaniyeke hevbeş daxwaz hilweşandina wê biryarê kirin.

Partiya Çep a Kurdî li Sûriyê, Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê (El-Partî), Partiya Çep a Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Partiya Aştî ya Demokratî ya Kurdistanî îro derbarê zêdekirina nirxê sotemeniyê de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û daxwaza hilweşandina vê biryarê kirin.

Di daxuyana wan 4 partiyan de hat: “Li ber rewşa aborî ya zehmet û dijwar û mûsima çandiniyê ya xirap li bakur û rojhilatê Sûriyê bi giştî û Rojavaya Kurdistanê bi taybetî, em matmayî man ku Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara 119 derxist û nirxên nû û nedadperwerane ji cureyên sotemeniyê û gazê re diyar kirin, bêyî ku nerîna aliyên beşdar di Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk de tê de hebe.”

Herwiha di daxuyaniya hevbeş de hat: “Li gor vê biryarê, nirxê hemû cureyên sotemeniyê biqasî sê qatan zêde kir, ev jî pêngaveke neheq û nelêkolînkirî ye û bi şert û mercên jiyana xelkê ya ku berê ji ber hejarî û xizaniyê dinale re nagunce û biryareke neberpirsyane ye.”

Ew 4 partî dibêjin: “Ev biryar, barê xelkê girantir kiriye û ziyanê digihîne wan, ligel wê jî ev biryar ti amadekarî jê re nehatiye kirin û ji pêkhateyên siyasî yên Rêveberiya Xweser û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD)  nehatiye pêşkêşkirin, ji ber wê em wek partiyên li ser vê daxuyaniyê îmze kirine daxwazê ji Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser dikin, ji vê biryarê bi paş ve vekişe.”
K24

 

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan