3yemîn Xelata Şîfa Gerdî bi rojnamevan Alex Crawford hat dayîn

.

Merasîma belavkirina ‘Xelata Şîfa Gerdî’ bi awayeke online birêve diçe û Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî bi peyamnêra diyar a televîzyona Sky News a brîtanî Alex Crawford hat dayîn.

Daxuyaniya Komîteya Hilbijartina wergira xelata Şîfa Gerdî diyar kir ku 3yemîn Xelata Cîhanî ya Şîfa Gerdî bi rojnamevan  Alex Crawford hat dayîn.

Daxuyaniya Komîteya Hilbijartina wergira xelata Şîfa Gerdî:

“Piştî guftûgokirina li ser karê çend rojnamevanan, komîteya me biryar da xelata Şîfa Gerdî îsal bide rojnamevana bişiyan, peyamnêra televîzyona Sky News a brîtanî Alex Crawford.

Alex Crawford, di sala borî de bi raporên xwe yên balkêş bala cîhanê kişand ser rewşa dijwar a mirovî li welatê Yemenê. Bi wêrekiyeke mezin û bi hûrbînî karî cengê û kartêkirina wê li ser jiyana şêniyên Yemenê rûmal bike, herwisa karî bi awayekî pir hûr rewşa xerab a kerta tendirustî li Yemenê nîşan bide ku bi şiyaneke pir kêm rûbirûyî webaya Covid-19ê dibe.

Alex Crawford, yek ji wan rojnamevanan bû ku bi awayekî serkeftî bûyerên Rojhilata Navîn, xwepêşandanên bihara erebî û şerê bakurê Malî rûmal kir. Herwisa şerê navxwe yê Lîbya û Sûriyê û şerê DAIŞê rûmal kir. Di van rûmalan de jî rûbirûyî metirsiyên mezin bû.

Îsal em pir bi hêjatî xelata Şîfa Gerdî pêşkêşî Alex Crawfordê dikin, wek rêzgirtinekê li karên wê yên rojnamevanî.

Komîteya Hilbijartina Wergira xelata Şîfa Gerdî”

Kurdistan Haberleri

Iraqê paşde gav avêt: Karûbarên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin rawestandin
Di 5 salan de 10 hezar û 533 karker mirine
VÎDEO; Şandeya Herêma Kurdistanê li Amedê seredana hin partîyên Kurd kir
Aly Yeganeh: "Bêdengiya Sîbel" ya 6000 keç û jinên Êzîdî ye
PWK: 1ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê piroz be