35 koçberên ku li Îzmîrê belema wan noqî avê bû, Kurd in

Li gorî agahiyan, ew koçberên ku duh Çarşemê li beravên Îzmîrê û di nav deryaya Egeyê de xeniqîn, Kurd in û xelkê Başûrê Kurdistanê ne.

Hat ragihandin hemû ew koçberên ku duh Çarşemê di nav deryaya Egeyê de û li beravên bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê de xeniqîne, Kurd in û xelkê Zaxo û Duhokê ne.

 

Belema ku duh li beravên Îzmîrê noqmî avê bibû, 35 kes têde bûne, ku tenê jinek ji bûyerê rizgar bûye, ku xelkê qezaya Zaxoyê ye.

 

Li gorî zanyariyan, heta niha termên 8 kesan hatiye dîtin, lê yên kesên din hêj winda ne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin