3 welatiyên Til Rifatê di êrîşa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan

.

Hêzên çekdar ên girêdayi Tirkiyeyê, bajarê Til Rifatê dan ber topên hawanan. Di êrîşê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 6 sivîl jî birîndar bûne.

Hêzên Çekdar a Tirk (TSK) û komên çekdar ên girêdayî wê Til Rifat da ber topên hawanan. Li gorî agahiyên pêşî 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 6 sivîl birîndar bûne.

Bajarokê Til Rifatê 35 K.M li rojhilatê Efrînê dikeve û mezintirîn bajarokê devera Şehbayê ye û xwedî cihekî stratejî di navbera bajarê Dîlok û Helebê de ye, ji Sibata 2016an ve ketiye destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Herwiha piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, dora 250 hezar kes ji Efrînê derbider bûn û li Til Rifet û derdora wê (herêma Şehbayê) bi cih bûne.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye