3 sal û 10 meh cezaya zîndanîkirinê dan Parlamenterê HDPê Îmam Taşçierî

Bi tawana 'beyî ku enndamê rêxistinê be, li ser navê rêxistina terorî tawan kiriye' di derheqê Parlamenterê HDP yê Amedê Îmam Taşçıerê de 3 sal û 10 meh cezaya zîndanîkirinê hat dayîn.

Danişîna doza Îmam Taşçierî ku bi sê tawanan dihate sucdarkirin, li 7emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê îro encam da.

Dadgehê, biryara beraatê ji tawana propagandaya terorê da bes ji ber tawana 'beyî ku endamê rêxistinê be, li ser navê rêxistina terorê tawan kiriye' 5 sal û li dijî yasaya civîn û xwepeşandanê derketiye salek ceza da Taşçierî.

Dûvre, dadgehê cezaya Taşçierî daxista 3 sal û 10 mehan.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin