25 hezar malbatên Ereb li Kerkûkê hatine bicihkirin

.

Ji piştî 16ê Cotmehê, erebkirina Kerkûkê zêde bûye. 

Li gor amaran, ji piştî 16ê Cotmeha 2017an ve, 25 hezar malbatên Ereb bi armanca erebkirina navçeyên Kurdistanî li Kerkûkê hatine bicihkirin.

Li gor amarên beşda Ragihandina Asayişa Kerkûkê ku ketine destê Kurdistan24ê, ji piştî 16ê Cotmeha 2017an ve, 25 hezar malbatên Ereb bi armanca erebkirina navçeyên Kurdistanî li Kerkûkê hatine bicihkirin û tevahiya malbatan kartên nişticihbûnê û forma xwarekê jî ji parêzgeha Kerkûkê jê re hatine derxistin.

Li gor amarên beşda Ragihandina Asayişa Kerkûkê jî, di wê heyamê de 120 postên parêzgeha Kerkûkê ji Kurdan hatin standin û bo Ereban hatine dayîn.

Ji aliyekî din ve û li gor zanyariyên Kurdistanê ji koma 2 milyon û 50 hezar donim zeviyên çandiniyê yên Kerkûkê, ji piştî 16ê Cotmehê ve pirsgirêk li ser 1 milyon û 200 hezar donim zevî hene û heta niha jî Erebên Hawerde bi riya dadgehê 10 hezar donim ji zeviyên Daqoq, Leylan, Dubiz û Sergeranê dagîr kirine.

(K24)  

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye