240 çekdarên DAIŞê xwe radestî HSD kirin

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan ragehand ku, 240 çekdarên DAIŞê yên biyanî xwe radestî Hêzên Sûriya Demokratîk(HSD) û Hevpeymaniya Navnetewî kirin.

Di daxuyaniyekê de Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan ragehand ku, îro êvarî 7 barhilgr û otombîleke hemera Amerîkî bi çekên giran ji Rojhilatê Feratê derketin, ew barhilgr 240 çekdarên DAIŞê yên biyanî tê de bûn xwe radestî HSD û hêzên Hevpeymaniya Navnetewî kirin.

Rewangehê da zanîn ku, ev yekemîn care bi hejmareke mezin çekdarên DAIŞê di proseyekê de xwe radestî HSD û Hevpeymaniya Navnetewî dikin.

Herwiha li gor daxuyaniya rewangehê DAIŞê desthilata xwe li wê navçeyê jî ji dest daye û tenê çend sed metir mane û bi dawî were li navçeya Rojhelatê Feratê.  

Herwiha çavdêrî ev e ku îro tevahiya çekdarên DAIŞê xwe radestî HSDê bikin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin