21emîn Festîvala Gelawêj bi navê Efrîn tê sazkirin

Bi diruşma 'Têperîna çarçoveya girtî' Binkeya Ronakbîrên Gelawêj 21emîn Festîvala Gelawêj di rojên 05-07.04.2018 de li bajarê Silêmanî li hola Tewer birêve dibe. Festîvala Gelawêj îsal bi navê Efrînê tê lidarxistin.

Gelawêj festîvaleke ku ev 21 sal in û 21emîn car e ji aliyê Binkeya Ronakbîrên Gelawêj ve bi gelek bernameyên edebî wek helbest, novel (kurteroman), Roman, çîrok û axaftin, pêşangehên pirtûkan û semînerên cûrbecûr ên edebî bi beşdariya nivîskarên ji seranserê Kurdistanê û herwiha yên faris û ereb tê sazkirnê.

Ev festîval her sal di Çirîya Paşîn (meha 11) dihate lidaxistin. Lê, ji ber lawaziya rewşa aborî û siyasî îsal di navbeyna sê rojan (05-07.04.2018) de ji aliyê Binkeya Ronakbîrên Gelawêj ve dê were lidarxistin. Û herwiha Binkeya Rewşenbîrên Gelawêj biryar daye ku dê festîval ji vî pê de her sal di meha Nîsanê de were pêkanîn.

Festîval bi pêşangeha wêneyan li ser Efrînê ku ji aliyê Grûpa Hunermendên Dilxwaz ve hatine amadekirin, vedibe. Û bi axaftinên Serokê Binkeya Rewşenbîrî ya Gelawêj Dr. Newzad Ehmed, Axaftina Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî û axaftina Serperiştiya Giştî ya Festîvalê Mele Bextiyar destpê dike.

Festîfal, bi pêşkêşkirina xelatan, axaftina dawî ya festîvalê ji aliyê serperiştê giştî ya festîvalê Mele Bextiyar ve û pêşkêşkirina mûzîkê ya ji aliyê Navenda Hevbeş a Hunerî ya Grûba Netewî ya Lor diqede.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin