21 parêzerên hatibûn binçavkirin hatin berdan

.

Îro di çaçroveya lêpirsîna KCD'ê de li Amedê gelek parêzer hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeya li midûriyeta polîsan 21 parêzer hatin berdan. 

Îro danê sibehê polîsan di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de avêtibû ser mala gelek parêzeran. Di avêtina ser malê de 24 parêzer hatibûn binçavkirin. Ji parêzerên hatin biçavkirin 21 jê piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatin berdan. 

 

Parêzerên hatin berdan ev in: Hevserokê OHD'ê Bunyamîn Şeker, Abdulkadîr Guleç, Ahmet Kalpak, Cemîle Tûrhalli Balsak, Devrîm Bariş Baran, Diyar Çetedîr, Eshat Aktaş, Ferîde Laçîn, Gamze Yalçin, Îmran Gokdere, Edîp Yîgît, Resûl tamûr, Sedat Aydin, Serdar Talay, Aydin Kesmez, Sernet Akten, Tevfîk Karahan, Pîrozhan Karalî, Serhat Karaşîn û Mahsûm Bati. 

Her wiha tê payîn ku parêzer Şivan Cemîl Ozen û Gevriye Atli jî sewqî edliyeyê bikin. Serokê Şaxa ÎHD a Semsûrê Parêzer Bulent Temel jî dê ji Semsûrê bînin Amedê. 

 

KIRDKÎ ( ZAZAKÎ) Haberleri

PWK: 1ê Gulana heme karker û kedkaranê dinya pîroz bo 
Serekê PWKê Mustafa Ozçelîk : Ma Amed Sporî Pîroz Kenê
Hîrê rojnamegerê Kurdî tewqîf bîyê
PWK: Ma Jenosîdê Ermenîyan Şermezar Kenê
PWK: 126 Serrîya Rojnamegerîya Kurdî Pîroz Bo