202 gundên Amêdiyê ji ber şerê PKK û Tirkiyê vala bûne

.

202 gund li devera Amêdiyê ji ber şerê di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de vala bûne. Welatiyên wê deverê daxwaza çareseriyê dikin û dibêjin, zêdetir ji 6 milyar Dînar ziyan gihîştiye wan. Parlamenterek jî daxwazê ji hikûmeta Iraqê dike, rola xwe di vê pirsgirêkê de bibîne.

Ji ber şerê PKK û artêşa Tirkiyê ve, rojane gundên li devera Amêdiyê di bin metirsiyê de ne û ziyan jî bi awayekî berdewam li wan dibe. Welatiyên wê deverê dibin qurbaniyên wî şerî û j gundên xwe xala dikin û jê derketine.

Macid Yûsif welatiyekî wê deverê ye, daxwazê ji her du aliyên şer dike ku şerê xwe rawestînin, ji bo xelkê wê deverê vegere ser mal û milkên xwe û bi aramî bijî.

Ji koma 250 gundên devera Amêdiyê, 202 gund vala bûne û xelk nikare li cihê bav û bapîrên xwe bijîn û heta niha jî 34 welatiyê wê deverê di encama şer PKK û Tirkiyê de şehîd bûne û bi dehan jî kes birîndar bûne.

Qaymeqamê Qezaya Amêdiyê Îsmaîl Mustefa ji K24ê re ragihand, devera wan bûye qurbaniya her du aliyên şer û daxwaz kir ku divê di zûtirîn dem de ev pirsgirêk were çareserkirin.

Parlamentera Parlamentoya Kurdistanê Kilara Udîşo jî radigihîne, hemû pêkhateyên vê deverê bûne qurbanî û hin top li kenîseyan jî ketine. Hikûmeta Iraqê heta niha ti helwesteke zelal nîşan nedaye ji bo çareseriyek ji vê pirsgirêkê re were dîtin. 

Ziyanên sektora geştiyarî û çandiniyê gelek zêde bûne û xwediyên pez jî nizanin ber bi ku ve biçin. Ji ber şerê PKK û Tirkiyê jî, bi qasî 6 milliyar Dînar ziyan gihîştiye wê deverê.

(K24)

Kurdistan Haberleri

Bi dosyayekê li ser sedsaliya Qamişlo.. Kovara "Soryaz" jimara xwe ya yekê derdixe
PWKyê Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Anî
Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir