2019an de li Tirkîye 474 Jin Hatine Kuştin

Platforma ku lili dijî tundûtûjîya li ser jinan li Tirkîye avabûye û navê "Emê Kuşitinên Jinan Rawestînin" danîne, rapora sala 2019an eşkere kir.

Navenda Nûçeyan- Di gorî raporê di nav salek de li Tirkîye 474 jin bi destê mêran hatine kuştin.

Li gorî daneyên raporê 115 kuştinên bi gûman hene û sedema kuştina 218 jinan nehatîye tespîtkirin.

24 jin jiber egerên aborî, 114 jin jibo ku telaqa xwe xwestine bi destê hevjînên xwe hatine kuştin.

Rapor balê dide ser ku hemî jin bi destê mêran hatine kuştin.

134 jin bi destê hevjînê xwe, 25 jin bi destê hevjînê xwe yên berê, 15 jin bi destê bavê xwe, 25 jin jî bi destê kurê xwe hatine kuştin.

Dengê Amerîka

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê