20 salîya kovara Bîrnebûnê

Kovara Bîrnebûn 20 saliya xwe li Stockholm pîroz kir

Di 07.10.2017an de  li Stockholmê bi şahîyeke mezin 20 salîya kovara Bîrnebûnê hat pîrozkirin.

Bîrnebûn ev serê 20 salan e ku ji alîyê kurdên Anatolîya Navîn derdikeve. Heta nuha 68 hejmarên wê derketine.

Di Kovarê de kultur, adet, şîn, dawet, stran û dîroka kurdên Anatolîya Navîn  bûne mijarên sereke. Bîrnebûn hem ji bo Kurdên Anatolîya navîn û hem ji bo Kurdistanîyan wek kanîyeke agahdarîyê ye. Yek ji berpirsiyarê kovarê Nuh Ateş di axaftina xwe de got: Sê armancê me hene; Hişyarkirina kurdên Anatoliyayê bi nasnameya wan, berhevkirina kultura kurdên Anatoliya Navîn û xwendin û nivîsandina kurdî ye.

Di şevahengê de gelek kesên ronakbîr, siyasetmedar û berpirsên dezgehên kurdî beşdar bibûn. Li ser navê Federasyona Kurdî Keya Îzol, li ser navê Kitêbxaneya Kurdî Newzad Hirorî, li ser navê PAKê Nimet Aydin, li ser navê KNK Karwan Saîd axifîn, li derveyî wan Rohat Alakom, Mahmûd Lewendî jî hin bîranînên xwe yên li gel Bîrnebûnê pêşkêş kirin. Hunermend Mehmet li gel Sîdar Yîgît, Ercan Aras, Dr. Serdar Budak bi deng û awazên xwe yên xweş şevahenga Bîrnebûnê geş kirin.

Ahenga pîrozbahiya Bîrnebûnê wek naveroka kovarê rengareng bû. Gelek kurdên Anatoliyayê ji gelek welatên din jî li wir bûn.

 

 

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin