2 şervanên din ên Encûmena Leşkerî ya Minbicê di êrîşên Tirkiyê de hatin kuştin

.

Du şervanên din ên Encûmena Leşkerî ya Minbicê di êrîşên artêşa Tirkiyê de canê xwe jidest dan.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, droneke artêşa Tirkiyê xaleke leşkerî ya Encûmena Leşkerî ya Minbicê li gundê El-Seyad li nêzîkî Minbicê bombebaran kir, di encamê de 2 şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê canê xwe jidest dan.

Bi vî awayî hejmara kesên duhî li Minbicê di êrîşên Tirkiyê de canê xwe jidest dane, gihîşt 10 şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê û sivîlekî.

Ev yek di demekê de ye, çend roj in artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, êrîşên xwe li ser navçeyên bakurê Helebê û Minbicê yên ku di destê YPG/HSD de ne, zêde kirine.

Rêveberiya Xweser ya li Rojavayê Kurdistanê jî duhî di daxuyaniyekê de ev êrîşên Tirkiyê şermezar kirin û bang li Hevpeymaniya Navdewletî, Rûsya û rêjîma Sûriyê kir ku helwesta xwe li hember van êrîşan nîşan bidin û fişarê li aliyê Tirkiyê bikin, ta ku van êrîşan rawestîne

Kurdistan Haberleri

Rêveberiya Xweser bang kir: Van hilbijartinan nas mekin
Welî: Heseke, Reqa û Siweyda ne di bin serweriya dewletê de ne
Hilbijartin û çarenivîsa Hisîça, Reqa û Siwêdayê
DÊRSIM - Mescîda li Çimê Baba Munzûrê hat protestokirin
Kasim Ergun: Komîsyona Aştiyê ne bo çareserkirina pirsa Kurd hatiye çêkirin