2 serbazên Tirkîyê li Başûrê Kurdistanê hatin kuştin

Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê ragihand ku li herêma dikeve ser sînorê Başûrê Kurdistanê 2 serbaz hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê derbarê şer û pevçûnên li herêmên dikevin nav sînorê Başûrê Kurdistanê de daxuyanîyek belav kir.

Li gor wê daxuyanîya Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê îro, 25.03.2020, di êrişeke gerîlayên PKKê de li herêma Heftenînê, 2 serbazên wî welatî hatine kuştin.

Her li gor wê daxuyanîyê, di wê êrişa bi hewanan de, 2 serbaz jî birîndar bûne.

Rudaw

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin