2 kurdên Efrînê di bin eşkenceya çekdaran de hatin kuştin

.

 Di zîndana Rayî ya Babê de, 2 kes ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve, di bin eşkenceyê de hatin kuştin.

Li gor çalakvanên Efrînê diyar kirin, welatiyê Kurd Kawa Omer ê ji gundê Dargirê yê ser bi navçeya Mabeta ve, di zîndana Rayî de di bin eşkenceya hovaneye ya çekdaran de hatiye kuştin.

Kawa Omer (32 salî) di meha Îlona 2019an de ligel hevjîna xwe ji aliyê koma El-Hemzat a ser bi Tirkiyê ve hatibû revandin û heta niha jî çarenivîsa hevjîna wî ne diyar e.

Ji aliyekî din ve, çalakvanên Efrînê dan zanîn, pîrejina bi navê Mewlîde Numan yê ji gundê Bazîkê yê ser bi navçeya Cindirêsê ve, do di zîndana Rayî de di bin eşkenceya çekdarên El-Hemzat de hat kuştin.

Mewlîde Numan pîrejineke 64 salî ye û ji meha Nîsana 2019an ve bi tometa pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re heye hatibû revandin.

Do çekdarên El-Hemzat, malbata Mewlîde Numan agahdar kirin ku ew bi celteya dil can daye û ji wan xwestiye ku cenazê wê werbigrin.

Zîndana Rayî, li gundê Rayî yê li bakurê bajarê Babê ye û di destê koma El-Hemzat a ser bi Tirkiyê ve ye û li gor zanyariyan, nêzîkî 600 revandiyên Kurdên Efrînê tê de girtî ne û rastî eşkenceyên hovane tên.

Sazî û rêxistinên mafên mirovan destnîşan dikin, ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve, nêzîkî 50 welatiyên Kurd di bin eşkencedeya hovane ya çekdaran de hatine kuştin.

K24


 

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin