2 êrişkarên li Mêrsînê êrişî malbata Kurd kiribûn hatin girtin

.

Ji 3 êrişkarên ku li Mêrsînî êrişî malbata Kurd kiribûn 2 kes ji ber hewldana kuştina bi qestî, dayîna zirara mal û raya giştî teşwîqî kîn û dijminatiyê hatin girtin

Malbata Kurd ya ji Hewlêra paytex ji bo geştê çûbûn Tirkiyê, li navçeya Mêrsînê ji aliyê 3 kesan ve rastî êrişeke nijadperestî hatibûn, Dadgeha Anamûrê biryara girtina 2 kesan da.

Piştî ku li cendermeyê îfadeyên kesên bi navên M.F.O û M.B hatin girtin, ew ji bo dadgehê hatin şandin. Dadhega Anamûrê ji ber hewldana kuştina bi qestî, dayîna zirara mal û raya giştî teşwîqî kîn û dijminatiyê biryara girtina wan êrişkeran da û kesê bi navê S.O. Ew bi kontrola edlî serbest hat berdan.

Malbata Kurd a ji Hêwlêra Başûrê Kurdistanê duh li Mêrsînê rastî êrişa grûpeke nijadperestên Tirk hatibû.

Otomobîla wê malbatê Kurd ku bo geştê serdana Tirkiyê kiribû, li navçeya Bozyazi ya Mêrsînê ji aliyê grûpeke Tirk ve hatibû rawestandin û grûpa nijadperest jibilî dijûnên li dijî Kurdan, bi tundî êrişî endamên wê malbatê kiribû.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin