Berpirsê ofîsa rizgarbûyên revandiyên êzdî Hisên Hisên Qaîdî ji K24ê re ragehand ku, ew keça hatî rizgar kirin bi navê Nûra Bekir re, temen 19 salî li gel 12 endamên malabata xwe ji bajarê Sinûnê berî 4 salan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin.
Berpirsê ofîsa rizgarbûyên revandiyên êzdî da zanîn ku, ew keç û kur li bajarê Reqayê bûn û piştî hatin rizgar kirin giheştine nav malbata xwe .
Herwiha Hisên Qaîdî rexe li hikûmeta Iraqê kir ku, heta niha bi ti awayî alîkariya ofîsa wan nekiriye taybet jî li Bexda û Mûsilê.