17 Efrînî li ser rêya Helebê canê xwe ji dest dan!

Hat ragihandin ku di encama teqîneke li ser rêya Helebê 17 welatiyên kurd ku ji neçarî ji Efrînê derketibûn canê xwe ji dest dan.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir ku dema hejmarek ji derbiderên Efrînê yên bi neçarî li kampa Fafînê hatine bicihkirin xwastin bi qaçaxî biçin bajarê Helebê, bombeyeke vedayî bi wan teqiya û 17 welatiyên Efrînê canê xwe ji dest dan.

Navên hin qurbaniyan jî hatin eşkerekirin; Elî Ehmed, Xezalê Ebûd û Nîdal Ebo ji navçeya Mabeta ne. Elî Mihemd Şeibo, Zelûx Hemadê, Elî Elî Mihemed Şeibo, Elya Şeibo û zarokekî 6 salî ji gundê Îska ya navçeya Şêrewa ne.

Herwiha Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê amaje bi wê jî kir, ta niha wan nekariyê navên din belge bikin, ku hin qurbaniyên din ji gundê Bircqasê hene û 2 kesên din jî ku qaçaxciyê wan kesan bûn canê xwe ji dest dane.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin