15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî pîroz be

Maruf Yilmaz

15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî pîroz be 

Celadet

Maruf Yilmaz, Dr. Zimanzan û lêkolîner                                                                                             

  1. Celadet Alî Bedirxan û Kovara Hawar

 

Celadet Alî Bedirxan (1932/1998) yekem kes e ku alfabeya latînî  ya kurmancî afirand û standard kir.  Ev alfabe 15ê Gulana 1932an li Şamê di kovara HAWAR de hatiye weşandin. Celadet alfabeya latînî ya nûjen ji bo kurmancî afirand. 15ê Gulanê, 94 salvegera Kovara Hawarê ye. Firat Cewerî di sala 1998an de HAWAR amade kir û ji alîyê weşanxaneya xwe Nûdemê ve ji nû ve çap kir. Hawar û Celadet Alî Bedirxan ji nû ve ketin rojevê û bi taybetî Firat Cewerî 15ê Gulana 1932an wekî rojekî dîrokî nirxand û wê rojê pîroz kir. Bedirxan girîngîya mezin daye Mewlûda zazakî ya Osman Efendîyo Babij û wê pirtûkê bi pêşgotina xwe di sala 1933an de çapkir. Ji bilî zazakî, nivîsên zaravayê soranî diweşand.

 

Celadet Alî Bedirxan sîstema dengan û tîpên kurmancî ava kir. Ji ber vê yekê, Bedirxan  wekî yekem kesê ku alfabeyeka latînî - Kurdî ya sîstematîk ji bo kurmancî afirand tê hesibandin. Li gorî Bedirxan (1932) ziman giyan û nasnameya gel e. Divê ziman were xwendin, nivîsandin û parastin. Ziman hebûna gel  (Celadet 1932) e.

 

    1. 15ê GULANÊ ROJA ZIMANÊ KURDÎ

(Kurmancî û zazakî bi hev re dibin kurdî)

 

15 Gulanê Roja zimanê Kurdî pîroz be! Navê rast 15ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî ye û di asta navneteweyî de jî, ji aliyê hin lêkolîneran ve hatiye qebûlkirin. Bikaranîna “Cejna zimanê kurdî” ne rast e.  Cejna Zimanê Kurdî çalakîyek ne fermî ye û wateyeka din dide 15ê Gulana 1932an. Bi gotina din, peyvên Roja Zimanê Kurdî û Cejna Zimanê Kurdî heman wateyê nînin. Dibe ku bajarên cûda an jî diasporaya Kurd li welatên cûda festîval, konser an çalakiyên çandî li dar bixin, lê ev pîrozbahiyên ziman in. Bi gotineka din, komek dikare li herêma xwe wekî Cejna Zimanê Kurdî jî pîroz bike. Cejna ziman xwedî armancên çandî û civakî ye. Celadet Alî Bedirxan sîstema rêziman û dengên kurmancî ava kirîye. Rastirîn: ”15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî” ye, lê ne  ”Cejna Zimanê Kurdî” ye.

 

 

 

    1. Ma berî Celadet Alî Bedirxan rêzimannas hebûn?

 

Bersiv erê ye, lê xebata wan ne standard bû. Yekem zimannas û rêzimannasê Kurd Elî Teremaxî (1590-1653) ye. Lê xebata wî ne bi awayekî sîstematîk bû.  Kurdolog Maurizio Garzonî  (1797) jî rêzimana Kurdî li gorî alfabeya Latînî nivîsandiye, ku sîstema alfabeya wî ne kurdî bû lê sîstemeka transskrîpsiyonê ya Ewropî bû. Carna bi çewtî ji Celadet  Alî Bedirxan re dibêjin fîlozof. Bedirxan zimanzan, rêzimanzan, çalakvanê siyasî, rojnamevan, dîplomat, parêzkar û rewşenbîr bû lê ne fîlozof bû. Alfabeya Bedirxan  (1932) bi deng, wate, ragihandin, têgeh û hilberînê ve girêdayîyê sîstema dengên Kurdî ye. Lêkolîner û pedagojnas bawer dikin ku fêrbûna zimanekî ji bo xwendekaran pir girîng e. Bedirxan jî digel vê baweriyê bû. Bi taybetî Vygotskij (1981) li ser mijara perwerde û fêrbûnê radiweste. Ji bo wî, fêrbûna zimanî kolektîf e. Fêrbûn dikare ji bo pêşeroja xwendekaran başbûnek (Vygotsky 1978; Davidson, D. 2004; Vygotsky, L. 1981; Granberg, O. & Ohlsson, J. 2004; Lahdenperä, P. 2004); Yilmaz, M.2025) be.

Di navbera mamoste û xwendekaran de divê dîyalogeka mezin hebe. Ew her du alî guhdarîya hevûdu dikin (Karin Perwer 1087; Yilmaz, M. 2007; Vygotkîj 1981; Pia Björklid Siv Fischbein 1996). Di vî warî de Pîaget, Eriksson û Mead jî hevbirin.

Gotarên felsefeya zimanî yên Maruf Yilmaz (2025) li ser zimanê zikmakî vedigere ser sê-çar ramanên navendî:

1. Ziman di rêya înteraksiyonê (ragihandin) de zanînê diafirîne.

2. Ziman bêalî nî ne.

3. Ziman ne tenê pêwenga ragihandinê ye, ziman  motora afirandina ramanan e.

4. Ziman nirxên neteweyî, dîrok, mîras, çand, kevneşopî û awayên ramana gelê xwe yê bêhempa hildigire.

 

  1. Ziman ramanê diafirîne

 

Hin dîtinên min kom dibin ser van xalan:

-Ziman wekî amûreka (pêweng) psîkolojîk desthilatdariyek li ser ramanê ye. Bi gotineka din motora Ramanan e.

-Hêza ziman ne siyasî ye. Ziman kognîtîv û têgihiştî ye.

-Ziman raman, hizr û têgehan diafirîne

-Strukturên ramanê têgihîştinê diafirîne.

-Zimanê me yê dayikê awayê têgihîştina ya cîhanê ye.

Bi kurtasî, ziman hêza ramanê ye ji ber ku ew amûra me ya psîkolojîk e.

 

Li gorî Vygotskij (1981), du aliyê ziman hene:

1. Ziman wekî pêweng (amûrek) ji bo ragihandinê.

2. Ziman wekî pêweng (amûrek) ji bo pêşxıstına ramanê.

 

3. Rêzimanzan Paninî li Hindistanê

 

Zimanzanê ewilî yê Hindistanê Paninî bû û ew ji bo gelên Arî û ew tevahiya Ewropayê pir girîng e. Celadet ji bo gelê Kurd pir girîng e. Panînî BZ 400 – 300 sal rêzimannasekî hindî nivîsî û ew ji herêma Gandharayê bû. Charma, R. N. (1990-200) li ser vê pirtûkê xebitîye û Navê pirtûka Panînî Ashtadhyayî ye.

. Di vê pirtûkê de peyvên ku nêzikê Zimanê Avesta û Kurdîya antîkê ne hen.

 Panînî sîstemek ji 4 000 rêzikan pêk dihat nivîsand û pê mohra xwe li dîroka cîhanê. Rêzimanzan Panînî dikaribû rêzimana Sanskrîtî rave bike ku wekî mîrasa çanda dinyayê ye. Wî rêzimana Sansdkrîtî wekî rêzimana nûjen a fîlozof Noam Shomsky (2007) şirove kir.

 

4. Konstruktîvîstîya (avahîsazî) kognitîvîzmê 

 

Fêrbûn pêvajoyeka kolektîf e. Sosyalkontruktîvîzma Vygotsky ev e ku têgihiştina mirovan a rastiyê ji hêla civakî, çandî û dîrokî ve şekil digire. Nêrîna wî, fêrbûn pêşî di navbera mirovan de, paşê di nav takekesî de pêk tê. Zanîn di têkiliya bi kesên din re tê afirandin.

 

5. Konstruktîvîstîya kognitîvîzmê ya Vygotskij

Vygotsky interaktîvîsiyonîst e 

(Pêşveçûn di hevbandoriyê de pêk tê) 

Teorîsyenê sosyo-çandî ye.

Zanîn di têkiliya civakî de tê afirandin.

Ziman motora ramanê ye. 

 

5.1. FÊRBÛN ÇAWA PÊK TÊ?

 

5.2. Sosyalkontruktîvîzma Vygotskij

Têgehên zanistî yên Vygotskij di rêbazên hînkirinê de:

 

1. Navbeynkariyê: navbeynkarî têgeha yekem e. Fêrbûn wekî çalakiyeka civakî (înteraksiyon) dest pê dike.

2. Întermental: înterpsîkolojîk, xala destpêkê ji bo raman, ziman û avakirina têgehên peyvan.

3. Navxweyîbûn/hundirîn: derbasbûna ji zimanê derve ber bi zimanê navxweyî.

4. Fonksiyonên derûnî yên bilind: ramana mantiqî, plankirin...

5. ZPD: Fêrbûn di qada pêşveçûna nêzîk de pêk tê. Herêma pêşveçûnê ya herî nêz (ZPD) e.

6. Scaffolding: Scaffolding tê vê wateyê ku mamoste an kesek zanatir piştgiriya demkî dide da ku alîkariya xwendekarek bike ...

7. MKO: Kesê zanatir (heval, mamoste an dêûbav).

8. Sê qonaxên ziman: Axaftina civakî - axaftina taybet - axaftina hundirîn.

9. Amûrên çandî: (sembol, komputer, pirtûk, amûr, materyalên pole, AI…

 

Têbînî:

Fîlozof, Dr.Vygotskij ji bo perwerdeya tevahiya dinyayê, bi taybetî li dibistanên Swêdê cihekî taybet werdigire û  Celadet Alî Bedirxan jî, ji bo  sîstema rêziman û tîpên Kurdî wekî tevahiya rastîya Bakurê Kurdistanê ye. Vygotskij bi kar û xebatên xwe ji mîlyonan zêdetir bû. Ew li Rûsyayê dijîya, nivîsên wî di dema Stalîn de hatibû qedexekirin. Vygotskij bi eslê xwe Cihûdî bû. Belê mirovek dikare bi xebatên xwe ji mîlyonan zêdetir be. Celadet Alî Bedirxan ji mîlyonan Kurdên Bakur ên ehmeq zêdetir e. Rêzimanzanê Hindî Panînî li Hindistanê bi xebatên xwe ji mîlyonan zêdetir e. Vygotskij, Panînî û Celadet mirovahiyê afirandin û nemir in.

 

6. Referens û Çavkanî

Chomsky, Noam (2007). Att först makten. Ordfront: Stockholm

Hawar, hejmar 1, 15 Gulan 1932: Şam

Hewar cilt 1-2, Nûdem 1998: Stockholm

Perwer, P (1987). Barnet Och det talade språket: Lund

Vygotskij, L. (1981). Psykologi och dialektik, en antologi I urval av Hydén, L-C. Stockholm: Nordstedt förlag.

Pia Björklid Siv Fischbein (1996). Det pedagogiska samspelet: Lund

YILMAZ, M (2005). Barn- och ungdomsvetenskap, Lärarhögskolan i Stockholm.

YILMAZ, M (2006). Pedagogik, Stockholms Universitet.