15 wekîlên CHPyî derbasî İYİ Partiyê dibin!

Partiya Komara Gel (CHP)ê û İYİ Partiyê li parlamanetoya Tirkiyê hevdîtin pêkanîn û hat ragihandin ji bo İYİ partî bikare tevli hilbijartinan bibe, 15 parlamenterên CHPê dê îstîfa bikin û dê tevli İYİ Partiyê bibin.

Hate gotin, di encama civînê de her du partiyan li hev kiriye û 15 parlamenterên CHPê dê derbasî İYİ partiyê bibin. Tê ragihandin ku bi vê pêngavê ve dê koma İYİ partiyê di parlamentoya Tirkiyê de çêbibe û bi vî awayî dê bikare tevli hilbijartinan bibe.

Niha 5 parlamenterên İYİ partiyê hene û gava 15ê din tev li wê bibin, dê li gor zagonê bigihêje wê hejmarê ku bikare komekê ava bike û namzetê xwe yê serokkomariyê jî nîşan bide.
Serokê koma CHPê Engin Altay di civîneke çapemeniyê de ev nûçe piştrast kir.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin