15 hezar kes ji Baxozê derketine

Ji roja destpêkirina Operasyona Kontirolkirina bajarokê Baxoz û heta niha 15 hezar kes ji wî bajarokî derketine.

Berpirsê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokrat Mistefa Balî ragehand, ji roja destpêkirina operasyona kontrolkirina bajarokê Baxoz ê gundewarên Dêrazorê ji 9ê vê mehê ve û heta niha nêzîkî 15 hezar kes ji wî bajarokî derketine, û digel kesên ku ji bajarokê Hecîn jî derketîne, hejmar digehe 40 hezar kesan.

Balî ew yek jî eşkere kir, piraniya çekdarên ku li Baxozê mane, çekdarên biyanî ne û tunêl ji bo xweparastinê kolane.

Welatiyên sivîl ên ku ji navçeya di bin kontrola DAÎŞê tên derxistin, li kampa Holê ya gundewarên Hesekê tên bicîh kirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin