15 GULANÊ, 94 SALÎYA SALVEGERA KOVARA HEWARÊ PÎROZ BE!

Zinar Soran

Zinar Soran

Di 15 gulana 1932an de, ango 94 sal berê Kovara HEWARê bi hewar û gazîya ziman, edebîyat, dîrok û kultura kurdî ve hat û bi taybetî ji bo kurmancîyê bû destpêka qonaxeke nû û hevdem.

Kovara HEWARê di 15 gulana 1932an de li paytextê Şamê ji alîyê Mîr Celadet Alî Bedir-Xan ve dest bi weşanê kir. Li ser hevdû ji sala 1932an heta sala 1943an 57 hejmarên vê kovarê hatine weşandin. Xwedî û birêvebirê kovarê Mîr Celadet e. Kovar bi zimanê kurdî û hinek nivîs jî bi fransî hatîye weşandin.

Hejmarên 1-23an bi du elfabeyan, ango bi elfabeya erebî û elfabeya latînî hatine weşandin. Bê gûman herdu elfabe jî li gor pêwîstîya zimanê kurdî hatine modîfekirin. Mixabin di hinek çavkanîyan de hatîye nivîsandin ku hejmarên 1-32an tenê bi elfabeya erebî hatiye nivîsandin ku ev ne rast e. Hejarên kovara Hewarê yên 24-57an tenê bi elfabeya latînî hatine çap kirin.

Piştî serkutkirina serhildana Agirîyê ya 1927an dewleta Tirkîye weha bawer dikir ku êdî tevgera neteweyî ya miletê Kurd li Bakurê Kurdistanê hate tefandin û êdî kurd dê bêne bêdeng kirin. Bi vê armancê karbidestên dewletê xwestin ku li gel komkujî, zilm û zordarîya hovan ya li ser miletê Kurd, bi siyaseta xwe ya nijadbepest ziman û kultura kurdî jî asîmle bike û ji holê rake.

Ev dem,  bi taybetî ji bo kurdên Bakurê Kurdistanê demek gelekî dijwar bû; demek komkujî, zilm û zordarîyên hovane, sirgûn û koçberîyan bû. Bi gotinek pêşîyan ”dê weledê xwe davêt”. Di wê demê de dîsa ewrekî reş û tarî girtibû ser Bakurê Kurdistanê. Gelek siyasetmedar, rewşenbîr û têkoşerên kurdan neçar mabûn ku dev ji cîh û warên xwe berdin. Binya Xetê ji bo gelek canbêzar, siyasetmedar, rewşenbîr û welatparêzên kurdan re bûbû stargeh û navendek girîng.

Di rewşek weha taybetî û dijwar de, di pêşengî û xwedîtîya Mîr Celadet kovara Hewarê dest bi di 15ö gulana 1932an de weşanê kir. Weşandina kovara Hewarê li hemberî siyaseta nîjadperestî û asîmîlasyona dewleta Tirkîyeyê ”berxwedan” û ”serîhildanek” bû. Kozik û çeperek parastin û geşkirina ziman, edebyat, folklor, kultura kurdî  û hişmendîya neteweperwerîyê bû. Ev gavek dîrokî û bê hempa bû. Bi gotinek din kovara Hewarê di rewşek weha dijwar de, bi hewar û gazîya ziman, bi taybetî zaravayê kurmancîyê, edebyat, dîrok û zargotina kurdî ve hat. Di wan rojên reş û tarî de Hewar ji bo ziman, edebyat, dîrok, kultur û hişmendîya neteweyî bû weke çira û findeke geş.

ELFABEYA LATÎNÎ-KURDÎ Û BINGEHÊ GRAMÊRA KURMANCÎ

Di wê heyamê de, bi taybetî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê zimanê kurdî bêxwedî mabû. Xwendin û nivîsandina kurdî jar û hejar bû. Pirê caran nivîs bi awakî şaş û bêserûber dihate nivîsandin. Bê rêzimanek hevbeş rastnivîsandin gelekî zahmet bû. Loma jî Mîr Celadet bi awayekî zanyarî li ser elfabeya latînî xebitîye, elfabeya latînî li gorî pêwîstîya zimanê kurdî modîfe kir. Mîr Celadet elfabeyek li ser fonolîja kurmancî ava kir. 23 hêjmarên pêşî yên kovara Hewarê bi du elfabeyan, ango bi elfebaya erebî û elfabeya latînî hatine çapkirin. Piştî hejmara 23an êdî Hewar tenê bi elfabeya latînî hatîye weşandin.

Mîr Celadet ji bo bingehê rêziman û gramerek standard ava bike, di hejmara 27an de dest bi belavkirina rêzimana zaravayê kurmancîyê dike. Di 22 hejmaran de ”Bingehên gramera kurmancîyê” ava dike. Lê mixabin kovara Hewarê nabe xwedîyê jiyanek dirêj ku ev xebata hêja û yekta bi wî awayî dimîne. Bêgûman xebata Mîr Celadet ya di warê rastnivîsandin û gramera kurdî de bêhempa ye. Îro bi saya serê vê gramerê, çi bigre hemû nivîskar û dildarên ziman, edebîyat, lêkolînerên bi kurmancî û kurdkî/ zazakî dinivîsin, li ser bingehê vê gramerê dinivîsin.

”DIBISTANA BÊ DIBISTAN” Û EKOLA HEWARÊ

Gava Kovara Hewarê di pêşengîya siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û zimannasên kurd Mîr Celadet dest bi weşanê kir, li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dibistanên kurdî, perwedeya bi zimanê kurdî tunebû. Zimanê kurdî, zargotin, kultura kurdî û heta radeyekê hişmendîya neteweyî di bin metirsîyek gelek mezin de bû. Mîr Celadet bi vê gava dîrokî xwest ku bi qasî ji dest bê, rê li ber vê asîmlasyona li ser ziman, edebyat, kultur û hişmendîya neteweyî bigre; kurmancîyê di warê rêzimanî û nivîsandinê de nûjen bike û pêş ve bibe; lê di heman demê de pirekê di navbêna zaravayên kurmancî û soranî de ava bike.  Loma jî em dibînin ku di kovara Hewar de gelek nivîs, lêkolîn, helbest û mesajên bi zaravayê soranî hatine weşandin û herweha mirov pêrgî zaravê zazakî jî dibe. Hêjayî gotinê ye ku Mîr Celadet di vê demê de Mewlûda Zazakî ya Usman Efendîyo Babij (Bîyîşa Pêxamberî / Mewlûda Nebî) bi dest dixwe û bi pêşgotinekê Mîr Celadet ew di salê 1933 de ji alîyê Weşanxaneya Hawarê ve tê çapkirin.

Kovara Hewarê ji bo gelek nivîskar, rewşenbîr, helbestvan û welatparêzên kurdan dibe wek ”dibistan û ekolek” yekta û bêhempa. Di wê heyamê de, kesên dikarîbûn bi kurdî bixwînîn û binîvîsin gelekî kêm bûn; întereseya di vî warî de jî ne zêde bû. Mîr Celadet bi derxistina Hewarê ji hêlekê hewl dida ku nivîskarên bi kurdî binivîsin zêde bike; ji hêlek din jî dixwaze xwendekarên Hewarê zêde bibe û xwendin û nivîsandina kurdî di nav kurdan de belav bibe.

Rola pêşeng ya Mîr Celadet û kovara Hewarê ya li ser Cegerxwîn, Osaman Sebrî, Nûredîn Zaza, Qedrî Can û gelek nivîskar û helbestvanên din yên kurdan xwedî cihekî taybetî ye. Kovara Hewarê ji bo zimana kurdî şopek nû û nûjen vekiribû. Di warê nûjenkirina gramera kurmancî û zimanê nivîskî de, Hewar bûbû destpêka qonaxeke nû. Mîr Celadet dixwest ku kovara Hewarê di nav sînorên xebata ziman, edebîyat, zanîn, huner, dîrok û kultura kurdî de bixebite û wê ji siyasetê dûr bihêle.

ARMANC Û AWAYÊ XEBATA KOVARA HEWARÊ

Mîr Celadet di destpêka hejmara yekem ya Hewarê de, armanc û awayê xebat û nivîsandina Hewarê dest nîşan dike û vê armancê weha tîne zimên:

”Hewar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike.

Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin, Hewara me berî her tiştî heyîna zmanê me dê bide nas kirin. Lewma ko zman şerta heyînê a pêşîn e.

Hewar jû pêve bi her tiştê ko kurdanî, kurdîtî, pê bendewar e, dê mijûl bibe. Tenê siyaset jê dûr e, xwe naêxe siyasetê.

Hewarê siyaset ji civatên welatî re hiştîye. Bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em di warê zanîn, hiner û sinettê de dê bixebite”. (1)

Mîr Celadet bi taybetî balê dikşîne ser girîngî û rola ziman ku ji bo miletekî bindest bingehê hebûna wî ye:

”Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêzin. Ol yek,. Ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingî çek yek bi tenê ye û bend tenê ziman e.”  (2)

HIŞMENDÎYA NETEWEYÎ Û ŞÎRETÊN JI BO XORT Û KEÇÊN KURDAN

Mîr Celadet di gelek nivîs û gotarên xwe de bi taybetî li ser hişmendî, armancên neteweyî û kurdayetîyê radiweste. Di vî warî de dixwaze rê nîşanî ciwanên kurdan bide. Di nivîsa xwe ya ”Xwe binas…” de, li ser hişmendî û xwenasîya neteweyî radiweste û şîretên dûr û dirêj li xort û keçên kurdan dike ku ez dê tenê çend hevokên ji wan şîretan li jêr binivîsim:

”Xorto! Armanca te rizgarî ye. Rizgarîya welat û miletekî ye. Navê amanca te Kurd e, Kurdanî ye, Kurdistan e. Amanca te li ber te sekinîye...”

Xorto! Çarnikar girtîye. Di alîyên rojhilat, rojava û nêvro de sê milletên din hene. Çav û guhên xwe bel kirine li te fêdikirin. Lê ne ji bo qencîyê. Hersê jî dijminên te ne…

Xorto! Bi ser kela me da girtine. Ji der ve dijmin dirêjî me kirîye. Ji her milî êrîş. Di hundurê kelê de şerekî din, bê eman û ji yê pêşîn mezin û dijwartir heye. Şerê me bi hevûdû re ye. Di mal da jî dijmin.

Herê xorto! Birîna me a mezin û xedar dexs e, berberî ye, jana dexsê ye. Em sîngjar in. Ji derve serma li me dixe. Li hundir em bi janê dikevin…”

Xorto! Holê bixebite: An bi xwe çêke, an arîkarîya ewan bike ku çê dikin, ava dikin... Di dinyayê de tutişt nîne ku tekûz bêt. Di her tiştî da, nemaze di karên nû despêkirî da, pirîcaran, kêmanî hene. Heke te kêmanî dîtin, hema dirêjî wan meke. Lê bixebite ko tu bikevî nav wan, arîkarîya danîyan bikî û wan kêmanîyan biedilînî. Hilweşandina sitûnekê hêsanî ye. Huner di rastkirina stûna xwêl da ye.”

Keçê! Tu keça wî camêrî, jina wî mirovî, diya wî xortî yî ko min şîret lê kir û kar û xebata wî şanî wî da. Belê keçê, ev xortê ha xortê te ye. Di mehdikê de te ew lorand. Di dawetê de te jê re tîlîland. Di rojên qewmandinê de te nav di wî da. Ji xwe tu berekê wî yî.

Keçê! Min ji te divêt, tu xortê min welê bixwedî bike û bigîhînî ko li pesn û şabaşan seza bit û lome jê mebît. Keçê! Tu di her kar û deravî de arîkarê xortê min î…” (3)

DI HEWARÊ DE GIRÎNGÎYA FERHENG, EDEBIYAT, FOLKLOR Û ZARGOTINA KURDÎ

Mîr Celadet li ser girîngî û pêwîstiya ferhengek bi zimanê kurdî gelekî rawestîyaye û hewl daye ku ferhengek zimanê kurdî ya dewlemend amade bike. Di vî warî de jî gelek xebatên hêja kirîye, lê mixabin temenê wî ji bo pêkanîna vê armancê têrê nekirîye.

Kovara Hewarê di warê zargotin û folklora kurdî de jî xebatek gelek hêja kirîye û girîngîyek taybetî daye xebata rengên cihê yên zargotina kurdî û li gorî beşên wan tasnîf kiriye. Li gorî demdirêjî û demkurtîya stranan, stranên şer, lawik, dîlok, lavij, stranên dînî, bêrîte, beste û hwd ew tasnîf kirîye û weşandîye.

KLASÎKÊN KURDÎ Û WERGERÊN JI ZIMANÊ BIYANÎ

Gava kovara Hewarê dest bi weşana xwe dike; ji dervî hinek mele û rewşenbîrên me, kêm kesan berhemên klasîk yên kurdan nas dikirin. Mîr Celadet xwest ku wan berhem û şaheserên klasîk yên kurdan ji nû ve vejînin û beşek hêja ji dîwana Melayê Cizîrî, Destana Memê Alan, Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Çend têbinî ji Mishefa Reş û gelek berhemên din di Hewarê de biweşîne.

Hewarê gelek berhem û nivîsên hêja ji zimanê biyanî wergerandiye kurdî û weşandîye. Weke nimûne Seyahetnameya Ewlîya Çelebî, Kardûx û welatên wan ya Ksênefonê Yûnanî, Tesfîra Quranê û Hedîseyên Pêxember û hwd.

TARÎX, ERDNÎGARÎ Û JIYANA CIVAKÎ YA KURDAN

Di warên dîrok, erdnîgarî, eşîr û jiyana civakî de gelek nivîs, gotar û lêkolînên hêja di Hewarê de hatine weşandin. Weke nimûne: Siltan Selahedînê Eyûbî, Kurd û Kurdistan bi çavê biyanîyan, Kardox û Welatên Kardoxan, Kurdên Ecemîstanê û halê wan, Tarîxa Kurdistanê, Navên Kurmanc û cihên Kurdistanê, Kurdistana Bakur-bajarên wê, Newrûz, Jêlîyan ji eşîrên Botan, Mirdêsan û gawestîyên wan, Şiyayên Silîva û hwd.

KURTE JIYANA MÎR CELADET ALÎ BEDIR-XAN (1893-1951)

Celadet Alî Bidir-Xan di sala 1893an de li Stebolê hatiye dinyê. Ew nevîyê Mîr Bedir-Xan, kûrê Mîr Emîn Alî Bedir-Xan û birayê Kamiran û Sureya Bedir-Xan e. Bedir-Xan paşa ji malbata Ezîzan e. Piştî hilweşîna dewleta Zengî, desthilatdarîya Cizîra Botan dikeve destê Ezîzan. Mîr Bedir-Xan paşa di sala 1821ê û 18 salîya xwe de dibe mîrê Cizîra Botan. Mîr Bedir-Xan di sala 1842an de piranîya Kurdistanê ji bin destê deshilatîya Osmanîyan rizgar dike. Di sala 1848an de, leşkerên Împeratorîya Osmanî zora leşkerên Mîr Bedir-Xan dibin û Mîrtîya Botan hildiweşînin.

Celadet Alî Bedir-Xan li Stenbolê xwendina xwe ya navîn dixwîne. Xwendina xwe li Galatasaray û Vefa Lîsesî didomîne. Lîsansê masterê li Zanîngeha Stenbolê di warê qada qanûnê de werdigre. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de ew û birayê xwe Kamiran di artêşa Osmanî de dibin serbaz û beşdarî şer dibin.

Di sala 1919an de, berî mohrkirina ”Peymana Sevrê” Mîr Celadet û Kamiran Bedir-Xan, Ekrem Cemîl Paşa û Mêcer Nowelê Îngilîstanê ji bo naskirina bîrûbawerî û daxwazên kurdan diherin Kurdistanê herêma Meletê. Mêcer Nowel hewl dida hînî kurmancî bibe û notên xwe bi latînî dinivîsand. Di wê demê de Mîr Celadet bi tîpên erebî dinivîse. Nîvîsa bi tîpên latînî ya Mêcer Nowel bandorê li ser Celadet dike û ew biryar dide ku hewl bide elfabeyek bi tîpên latînî çê bike. Piştî wê, Celadet dest pê dike bingehê elfabeya latînî-kurdî datîne.

Di sala 1922an de desthilata Mustefa Kemal û hevalên wî fermana kuştina gelek siyasetmedar, rewşenbîr û welatparêzên kurdan dide. Di nav lîsta fermana kuştinê de Emîm Alî Bedi-Xan û hersê kurên wî Sureya, Celadet û Kamiran jî hebû. Loma ew ji Tirkîyeyê direvin. Emîn Alî Bedir-Xan û Sureya diherin Misirê, Kamiran û Celadet jî ji bo xwendinê diherin Elmanyayê. Mîr Celadet li Almayayê doktora xwe ya huqûqê temam dike. Li Almanyayê carek din li ser elfabeya xwe ya latînî-kurdî dixebite û bêtir tekûz dike.

Li vê derê weke têbinîyekê dixwazim destnîşan bikim ku cara pêşîn kesê li ser elfabeya latînê-kurdî kar û xebat kirîye Xelîl Xeyalî ye. Di sala 1928an de jî Erebê Şemo- Marogulov elfabeyek kurdî ya bi tîpên latînî amade dike. Lê bê gûman yê elfabeya latînê-kurdî nûjen û tekûzkirîye Mîr Celadet e ku em îro di nîvîsandina kurdî ya bi tîpên latînî de wê elfabeyê bingeh digrin û bi kar tînin.

Mîr Celadet di 25.08.1930î de tê Şamê. Di wê demê de Sûrîye û Şam di bin destê dewleta Fransayê de bû. Ew li wir dest di xebata siyasî û niştimanî dike. Mîr Celadet yek ji wan pêşeng û damezrênerê rêxistina Xoybûnê bû ku di sala 1927an de, di Konferansa Beirûdê de hatibû damezrandin. Xoybûn rêveberîya sereke ya serîhildana Agirîyê (1927-1930) dike. Gava serîhildana li Agirîyê gur û geş dibe, Mîr Celadet bi hinek serokeşîr, siyasetmedar û welatparêzên re amedekarêya alîkarîya serîhildana Agirîyê dikin. Ew û çend hevalên xwe bi dizî derbasî Bakurê Kurdistanê dibin û dixwazin hewl bidin ku serîhildanê li tevayê welêt belav bikin. Lê mixabin bi hevkarîya dewleta Îranê ew serîhildan dişkê. Piştî serîhildana Agirîyê dişkê, Mîr Celadet destê xwe ji siyaseta aktîf dikşîne û giranîya xwe dide xebat û têkoşîna ziman, kultur  û edebiyata kurdî û rojnamegerîyê. Ew di 15ê Gulana 1932an de dest bi weşana kovara Hewarê dike.

Mîr Celadet piştî kovara Hevarê, di 1ê nîsana 1942an de dest bi bi derxistina kovara RONAHÎyê dike. Di  navbêna nîsana 1942an heta adara 1945an de 28 hejmarên vê kovare derdixîne. Ronahî jî bi kurdî û elfabeya latînî-kurdî dihate veşandin. Ji derveyeyî van her du kovaran Mîr Celadet ev pirtûk jî derxistine: Elîfba Kurdî, Rêzimana Kurdî, Ferhenga Kurdî, Rêzana Elfabeya Kurdî, Rûpelnîne Elfabê, Dîbaca Mewlûdê, Dîbaca Nîvêjêna Êzîdîyan, Mektûb ji Mustefa Kemal Paşa re, Ji Mesela Kurdistanê, wergera çîroka Conî û Cimêma û gelek nivîs gotarên çapkirî û neçapkirî… Herweha Celadet Bedir-Xan ligel birayê xwe Kamiran Bedir-Xan bi riya weşanên Hewarê gelek kitêb pêşkêşî kiêbxaneya kurdî kirine. (4)

Mîr Celadet Alî Bedirxan weke gelek siyasetmedar, pêşeng û rewşenbîrên kurdan, ji welatê xwe dûr. Di 15-07-2051ê de li Sûrîyeyê, gundê Hêcenê di encamê qezayek avdanîya cotkarîyê de wefat dike û li goristana Şamê dihê veşartin.

ÇÎROKA JINÛVE ÇAPKIRINA KOVARA HEWARÊ

Mixabin kurdên Bakurê Kurdistanê demek dûr û dirêj ji kovara Hewarê, ji vê gencîneyan hêja bêpar û mahrûm mabûn. Hewar li ber destên siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîr û rojnamegerên kurdanan tunebû ku jê sûd ûderfetê bigrin.

Hemreş Reşo di îlona 1976an de, li Berlîna Rojava hejmarên 24-57 ya kovara Hewarê weke original çap kir. Hemû hejmarên kovara Hewarê ji alîyê siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrên kurd Osman Sebrî ve gihaştibû Hemreş Reşo. Li gorî aghdarîyên ku min bi dest xistine; ji ber ku hejmarên 1-23 yên Hewarê di heman demê de bi tîpên erebî jî hatibûn çapkirin, xebatek taybetî jê re dihate xwestin ku wergerînin tîpên latînî û jinûve çap bikin. Loma jî ew tenê wan hejmarên bi tîpên latînî weke cildekê çap dike.

Mihemed Bekir, di hezîrana 1987an de, li Swêdê, Stockholmê hejmarên 1-9 yên kovara Hewarê li gel orjînalên wan û wergarandina tîpên erebî ji bo latînî li ser navê Weşanxana Hewarê çap dike. Lê mixabin ji ber wefata wî ya bêwext, ew xebata wî ya hêja nîvçe dimîne.

Firat Cewerî, di sala 1998ande, li Stockholmê hejmarên kovara Hewarên yên 1-23 ligel wergeran tîpên erebî ji bo tîpên latînî û orjînalên wan hejmaran, weke cildê yekem li ser navê weşanên NÛDEMê çap dike; orjînalên hejmarên 24-57an jî ku tenê bi tîpên latînê hatibûn çapkirin weke cildê dudan çap dike.

PIRSA ROJA ”CEJNA ZIMANÊ KURDΔ Û ”ROJA ZIMANÊ KURDΔ

Kovara Hewarê di warê zimanê kurdî û bi taybetî di warê elfebaya latênê-kurdî, rêziman û rastnivîsa kurmancîyê de qonaxeke nû vekir. Kovara Hewarê ji bo standardkirina elfabeya latînî-kurdî û rêzimana kurmancî bû navenda sereke. Niha çi bigre tevayê nivîskar, rewşenbîr û lêkolînerên bi kurdîya latînî dinivîsin, li gel çend hûrgilîyan bi elfabeya Mîr Celadet dinivîsin. ”Bingehê Gramera Kurmancî” ya Mîr Celadet êdî bûye bingehê nivîsandina bi kurdîya latînî.

Teva ku berî kovara Hewarê, li Yekitîya Sovyetan hinek kitêb û rojnameya Rêya Teze bi tîpên latînî yên modîfekirî hatiye derxistin ku divê em vê yekê bilind binirxînin; lê bigehê nûjenkirina elfabeya latînî-kurdî û standarkirina rêzimanê kurmancîyê Mîr Celadet û ”Dibistana Hewarê” avêtîye.

Em çiqasî girîngî û hêjayên kovara Hewarê, xebat û keda Mîr Celadet, Mîr Kamiran Alî Bedir-Xan û hemû nivîskar, helbestvan, lêkolîner û rewşenbîrên di Hewarê de nivîsandine bidin, em dê nikaribin deynê wan bidin. Loma jî divê vê xebat û keda bêhempa bilind birxînin û hersal 15 Gulanê ango ”di salvegra Kovara Hewarê” de bi xabat û çalakîyên cihêreng yên li ser ziman, edebîyat û kultura kurdî pîroz bikin û hemû kedkarên Hewarê bi rêzdarî bi bîr bînin!

Teva vê pêwîstîyê, lê gelo rast e ku em 15 Gulanê weke ”Cejna Zimanê Kurdî” ya jî ”Roja Zimanê Kurdî” pênse bikin?

Bê gûman di vî warî de nerîn û bawetîyên cihê hene; lê bê ku em dilpakî û qelemên tu nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen û lêkolînerên kurdî birîndar bikin; divê em li ser vê mijarê bi awakî objektîf, berferehî û hûrgilî rawestin. Di vî warî de, di nava nivîskar, rewşenbîr, rojnamevan, lêkolîner û sîyasetmedarên kurdan de hevbeşî tuneye û nezelalîyek berbiçav heye. Di sala 2020an de nivîskar, zimannas û rojnamegerên kurd Têmûrê Xelîl bi gotarekê xwest balê bikşîne ser vê mijarê, lê mixabin ev hewldana wî camêrî rê li ber gotûbêjek zanastî venekir. (5)

Gelo ”Cejna Zimanê Kurdî” ya jî ”Roja Zimanê Kurdî” li ser kîjan pêkhateyên zimanê kurdî û rastîya civakî, dîrokî ya miletê Kurd û Kurdistanê hatiye avakirin?

Gelo gava ev roj hatiye îlankirin, rewşa zimanê kurdî di warê elfabe û zaravayên cihê de, di warê berhem û şaheserên kurdî yên klasîk de, bi awakî giştî di warê xebatên li ser ziman û edebîyata kurdî ya her çar perçeyên Kurdistanê de bi hûrgilî li ber çavan hatiye girtin û nirxandin?

Gelo ev roj ji alîyê kîjan dezgeh û merciîyetek hevbeş ve hatiye qebûlkirin û îlankirin?

Eger em werin ser hinek mijara pêkhate û taybetmendîyên zimanê kurdî ku dikarin weke hevbeş bêne qebûlkirin rawestin:

1) Zimanê kurdî ji çend zaravayên serekê (kurmancî, soranî, kirdkî/zazakî, goranî, lorî) û hinek devokên wan zaravayan pêk hatiye. Her zaraveyek xwedîyê taybetîyên cuda ye. Ev hemû bi hev re gencîneya malbata zimanê kurdî pêk tîne. Di vî warî de dibê em gelekî bi hestyarî û berpirsyarî tevbigerin.

2) Berhemên zimanê kurdî ne tenê bi elfabeyekê, bi çend elfabeyan modîfekirî (elfabeya erbebî-kurdî, latînî-kurdî, kirîlî-kurdî) hatine nivîsandin. Kitêba Mishefa Reş ya kurdên Ezîdî jî bi elfabeyek bi tîpên taybetî hatîye nivîsandin. Weke nimûne em dikarin çend berhem û şaheserên klasîk yên kurdî ku bi tîpên elfabeya erebî hatine nivîsandin weha dest nîşan bikin:

Diwana Melayê Cizîrî (1570-1640) ku di navbêna salên 1600-1640 de hatiye hûnandin.

Berhemên ”pêşengê hesta neteweyî” Ehmedê Xanî (1692-1695): Mem û Zîn (1692-1965), Nûbihara Biçûkan (1683), Eqîdeya Îmanê, Eqîdeya Îslamê, Erdê Xwedê (astronomî û cografya).

Dîwan, Çîrok, Destan, Mijar û Şewazên Feqîyê Teyran (1561-1641).

Dîwan, Helbestên neteweperwerî, tarîxî û ramanî yên Hecî Qadirê Koyî (1816-1897) û gelek mewlûd û berhemên din yên bi zaravayên cûda ji alîyên mela û seydayên olî yên kurdan ve hatine nivîsandin…

3) Di sala 1928an de li ser daxwaza karbidestên Partîya Kominîst ya Yekitîya Sovyetê,  Erebê Şemo- Marogulov elfabeyek kurdî ya latînî amade dike. Karbidestên pêwendîdar yên Yekitîya Sovyetê vê elfabeyê dide pisporên rohilatnasan ku rapor û nerînen xwe li ser vê elfabeyê pêşkêş bikin. Piştî rapora erênî ya li ser vê elfabeyê, Yekitîya Sovyetê bi awakî fermî vê elfabeyê tesdîq dike û dixe jiyanê. Di sala 1928an de kitêba pêşîn ya bi tîpên latînî-kurdî ”Xo-Xo Hinbuna Xondina Nivisara Kyrmançi” tê çap kirin.

Di 25ê adara sala 1930î de jî rojnameya ”Rya Teze” bi vê elfabeya latînî dest bi weşanê dike. Di navbêna salên 1930-1937an de 452 hejmarên ”Rya Teze” bi vê elfabeya kurdî ya latînî derdikeve. Di navbêna salên 1937-1955an ji ber siyaseta Stalîn ”Rya Teze” hate rawestandin. ”Rya Teze” di navbêna salên 1955-2000an de bi elfabeya kîrîlî û di navbêna 2000-2003an de jî dîsa bi elfabeya latînî weşana xwe didomîne. Di sala 2003an de ji ber rewşa aborî hate girtin.

Rya Teze yek ji wan 4 rojnameyên dereceya herî bilind yên Ermenîstanê bû û di nav kataloga abonetîya hemcîhanî de cih kirtibû. Rojnameya Rya Teze li cîhanê rojnameya herî temen dirêj ya kurdî ye û ji bo standarkirin kurmancî û pêşxistina çanda nivîsandina kurdî roleke mezin lîstîye.

Mîr Celadet, di hejmara 8an ya kovare Hewarê de li ser ”Rya Teze” vê aghadarîyê dide:

”Rêya Teze, Rojnameke kurmancî, bi herfên nû, bi kurmancîyeke xwerû, li Rewanê di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve.

Vê pêşîyê çend hejmarên wê gehiştine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me şa û geş bû.

Kurmancên Rewanê ji rûjnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê çar rûj mijîlahîya xwe bi wan kirin.

Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulîlkên çîyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de şal-û-şapikê kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin dîtin.

Rêya Teze wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a paşin ko gehiştîye destê me a pêncî û nehan e. Li gora ko Rêya-Teze rûjnameke dehrûjkî ye, berî salkê û hin dest bi derketinê kirîye”.

“Ji bona îro me hevqas got, pêşdetir em dîsan ji Rêya-Teze behs bikin. Em ji hevalê xwe re rêyeke xweş û dawîyeke geş hêvî dikin. Divêt ko her gav me hay ji hev hebit û gerek e ko em hevdu ser xebata hev serwext bikin”. (6)

Weke me bi kurtayê behsa berhemên klasîk yên bi elfabeya erebî û zaravayên cihê kir ku ew di warê ziman, edebyat û kultura kurdî de xwedî cihekî gelekî girîng û giranbiha ne. Divê em rola xebatên di warê weşandina kitêbên li ser ziman, edebîyat û zargotina kurdî û rojnameya ”Rya Teze” ya kurdên li Yekitîya Sovyetan, Ermenîstanê ji bîr nekin ku wan cara pêşîn elfabeyek modîfekirî ya latînî-kurdî bi kar anîne.  Bêgûman rola kovara Hewarê ya di warê ziman, edebîyat, dîrok, kultura kurdî de, herweha rola Mîr Celadet ya di warê nûjenkirina elfabeya latînî-kurdî û bingehê rêzimana kurmancîyê de xwedî cihekî taybetî, heja û behempa ye.

Eger em vê rewşa ku zimanê kurdî ya bi çend elfabeyan û bi çend zaravayên kurdî tê nivîsandin bidin ber çavan, teva girîngîya elfabeya latînî û rêzimana nûjen ya Mîr Celadet û kovara Hewarê, ne rast e ku derdorek ya jî dezgehek bi serê xwe tenê kovara Hewarê ji bo tevayê elfabeyên cihê û zaravayên cihê yên kurdî esas bigre û roja destpêkirina vê kovarê weke ”Cejna Zimanê Kurdî” ya jî ”Roja Zimanê Kurdî” pênase bikin û îlan bikin. Ev helwest li hemberî berhem û şaheserên klasîk yên kurdî ku bi elfebaya erebî û zaravayên cihê hatine nivîsandin; li hemberî berhemên bi elfabeya kîrîlî û elfebeya taybetî ya kitêba pîroz Mishefa Reş jî neheqîyek e.

Ji xwe gava em li medya kurdî û bi taybetî medya civakî dinerin, ji niha ve 15 Gulanê weke du navan tê pênase kirin; hinek wê weke ”Cejna Zimanê Kurdî”, hinek jî weke ”Roja Zimanê Kurdî” bi kar tînin. Ev bi xwe jî diyar dike ku lêkolînek berfireh, akademîk û pisporî li ser vê mijarê nehatîyî kirin û di vî warî de hevbeşîyek di nav kurdan de tuneye.

Weke min li jor jî bi kurtayî behs kir; kovara Hewarê di warê ziman û edebîyata kurdî de xwedî rol û bandorek gelekî mezin, taybetî û giranbiha ye. Bê gûman weke kurdekî ez ne li dij im ku em roja 15ê Gulanê weke ”Roja salvegera kovara Hewarê” pîroz bikin. Berevajî wê, divê em her sal vê rojê bi bername û çalakîyên cihêreng pîroz bikin; Mîr Celadet û hemû nivîskar, helbestvan û dildarên kovara Hewarê bi rêzdarî bi bîr bînin; lê ne weke ”Cejna Zimanê Kurdî” an ”Roja Zimanê Kurdî”!  

Ez hêvîdarim ku dezgehên pêwendîdar yên Hukûmeta Herema Kurdistanê bi awakî objektîf, lêkolînek akademîk û pisporî li ser vê mijarê rawestin û çawa Parlamena Herêma Kurdistanê li ser Alaya Neteweyî û Sirûda Neteweyî biryar da, di encama xebat û lêkolînek zanestî de li ser vê mijarê jî bighêje encamekê û îradeyek hevbeş.

Bi minasebeta 94 salîya salvegera kovara Hewarê, ez xwedî, birêvebir û berpirsyarê kovara Hewarê Mîr Celadet Alî Bedir-Xan, birayê wî Kamuran Bedir-Xan, hemû nivîskar û kesên ku ked û xebata wan di vê berhema girîn, hêja û giranbihade de heye bi rêzdarî bi bîr tînim!

BI MINASEBETA 94 SALÎYA SALVEGERA HEWARÊ ÇEND HÊVÎ Û DAXWAZ

Bi minasebeta 15ê Gulanê, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê ji bo zimanê kurdî (kurmancî, kirdkî/zazakî) gelek xebat û çalakîyên cûr bi cûr têne li darxistin. Bêgûman hemû xebat û çalakîyên ji bo zimanê kurdî girîng in, pîroz in û divê em piştgirîya van xebat û çalakîyan bikin û di nav wan de cih bigrin.

Zimanê kurdî nasnameya me ye, hebûna miletê Kurd e. Perwerdeya bi zimanê kurdî mafê miletê Kurd yê herî rewa ye. Nenaskirina zimanê kurdî bi fermî û lidijderketina perwerdeya bi zimanê kurdî pejirandina asîmîlasyona fermî ya zimanê kurdî ye. Asîmîlasyona zimanekî, sûcekî însanî ye ku nayê efû kirin!

Mixabin li Bakurê Kurdistanê bi sîyaset û asêmîlasyona dewletê xeterîya li ser zimanê kurdî roj bi roj bêtir dibe, ango zimanê kurdî bi jenosîdekê re rûbirû ye.

Di vî rewş û mercên heyî de, çend xalên girîng yên acîl hene ku divê em bi taybetî û bi hûrgilî li ser wan rawestin:

1) Her kurdekî/e ku bi kurdî nizane, divê kurdî fêr bibe. Her malbateke kurd divê zarokên xwe fêrî kurdî bikin; divê em di nav mala xwe de bi kurdî bipeyivin. Divê axaftina kurdî bibe beşekî jiyana me ya rojane.

2) Hindik jî be, bikaranîna mafên zimanê kurdî weke dersa bijarte, derfetek e. Lê mixabin gelek alî û kes vê derfetê paşguh dikin. Ji alîyekî gelek malbat zarokên xwe naşînin zimanê kurdî ya dersa bijarte; ji alîyê din jî dewlet ji dersa bijarte ya kurdî re gelek astengîyan derdixîne; hejmarek gelekî kêm mamosteyên kurdî tayin dike.

Ji ber vê rastîyê, divê em bi awayekî cidî li ser vê mijarê rawestin. Divê weke armanc em bikaribin her sal bi kêmanî 200.000 zarokên kurdan li dersa bijarte ya kurdî qeyd bikin û her sal vê hejmarê zêdetir bikin. Ji bo 200.000 hezar zarokan dê herî kêm pêwîstî bi 2000 mamosteyên kurdî û bi milyonan pirtûkên dersê yên kurdî hebin. Ma gelo ev bi serê xwe jî ne kês û firsendek e ji bo zimanê kurdî.

Nîşana înteresek girseyî ya ji bo dersa bijarte ya kurdî dikare, zexteke zêdetir li ser karbidestên dewletê bike; rê li ber bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî xweştir û xurtir bike.

3) Divê ji bo bidestxistina mafên zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê û ew maf di qanûna bingehîn û hemû yasayên peywendîdar de bêne misogerkirin, em xebat û têkoşînek berfireh bimeşînin.

4) Divê hemû şaredarîyên li Kurdistanê li gel tirkî, zimanê kurdî (kurmancî, kirdkî/zazakî) weke zimanê fermî yê şaredarîyê bi kar bînin. Kreşên zarokan ên bi kurdî û dibistanên bi kurdî vekin.

5) Divê hemû partiyên sîyasî, dezgehên sivîl û meslekî yên li Kurdistanê ji bo bicîhanîna axaftin û fêrbûna zimanê kurdî, seferber bibin da ku amûr û derfetên pêwîst bêne ava kirin. Bi herweha divê siyasetmedarên kurdan di kar û xebatên xwe de zimanê kurdî bingeh bistînin û zimanê kurdî weke zimanê resmî yên partîyên xwe îlan bikin.

Ez hêvîdarim ku em di 15 Gulanê, 94 salîya salvegera Hewarê de bikaribin gazî û hewara xwe ya ji bo mafên zimanê kurdî, statûyek fermî û perwerdeya bi zimanê kurdî bilindtir bikin!

Ez hêvîdarim ku hemû partî, rêxistin dezgehên sivîl û demokratîk, nivîskar, rewşenbîr û hemû welaparêzên kurdan, bi kêmanî li ser yek xalê, li ser armanca maf, statuya resmî û perwerdeya bi zimanê kurdî platformek hevbeş ava bikin; xebat û têkoşîna di warî de berfirehtir û geştir bikin!

-----------------------------------------------------------------------------------
(1) Hewar, hejmar 1, 15 Gulan 1932
(2) Hawar, hejmar 20, r.1
(3) Celadet Alî Bedir-Xan, Hewar hejmar 18
(4) Hawar, hejmar 27, Kitêbxana Hewarê, 15 nîsan 1941. Hawar Cilt 1-2, Nûdem, Stockholm 1998; Ronah
î Çapxana Jîna Nû, Uppsala, tîrmej 1985.
(5) Ji bo vê gotarê binere: Tîmûrê Xelîl, Rûpela Nû, 16ê gulanê 2020
(6) Hewar, hejmar 8, r.2, Têbinî: Min di şûna herfa (q) herfa (k) nivsandîye. ZS