14emîn pêşangeha navneteweyî ya pirtûkan a Hewlêrê vebû

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, 14mîn pêşangeha navneteweyî ya pirtûkan, bi beşdarîya Mesûd Barzanî, hat vekirin.

Bi amadebûna siyasetmedarê Iraqî Eyad Ellawî, Serokê Dezgeha Meda ya Iraqê Fexredîn Kerîm, Wezîrê Perwerdehiyê yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq û Parêzgarê Rewa yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm û hejmarek rayedar û kesayetên din, Serok Mesûd Barzanî 14mîn pêşangeha navneteweyî ya pirtûkan a Hewlêrê vekir.

Ji welatên wekî Misir, Sûriye, Lubnan, Urdun, Tirkiye, Îran, Brîtanya, Hindistan, Almanya, Îtalya û çend welatên din, 300 weşanxane ji 21 welatên cîhanê, bi zêdetirî 1 milyon pirtûkan beşdarî vê pêşangehê bûne.

Herwiha 42 weşanxane ji Başûrê Kurdistanî û 7 weşanxane jî ji Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê beşdarî di 14.mîn Pêşangeha Navdewletiya Pirtûkan a Hewlêrê de kirine.

Li alîyekî din, bi beşdariya zêdetir ji 100 kesayetên rewşenbîr û akademîsiyen ji navxwe û derveyî Kurdistanê û Iraqê, dê zêdetir ji 80 semînar û çalakiyên rewşenbîrî yên cor bi cor bêne encamdan.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê