12 hezar jin nikarin deng bidin

12 hezar jinên mexdûrên tundûtûjiyê ku li 137 stargehan dimînin, di hilbijartinên 24ê Hezîranê de bi hinceta nebûna ewlehiyê nikarin dengê xwe bikar bînin.

12 hezar jinên mexdûrê tundûtûjiyê di hilbijartinên roja Yekşemê ya serokomar û parlamentoyê de ji ber nebûn û kêmasiya ewlehiyê nikarin deng bidin.

 

Derbarê mijarê de Seroka Federasyona Komelaya Jinan Canan Gullu got ku Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK), rêveberiyên herêmî û wezaret bi hevre dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.

 

Parêzer Aylin Moralıoglu jî bi bîr xist ku li Norweçê jinên ewlehiya canê wan nebe li avahiyên şaredariyan, jinên bi ewle jî li stargehên ku lê dimînin dikarin dengên xwe bikar bînin û herwiha li Brîtanyayê jî bêyî agahiyên nasnameyê jin li navendên dengdanê dengên xwe didin.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê