12 çekdarên DAIŞê li Dêra Zorê hatin kuştin

Di encama êrîşeke Hevpeymaniya Navdewletî de, li gundewarê Dêra Zorê, 12 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û di nav wan de serkirde jî hene.

Ajanseke ser bi opozisyona Sûryê ve ragihand, di encama êrîşên Hevpeymaniya Navdewletî de, li ser bingeheke çekdarên DAIŞê li bajarê  El-Şef'e li gundewarê Dêra Zorê, 12 çekdarên wê girûpê hatin kuştin û di nav wan de serkirdeyek bi navê Ebû Ews El-Ozbekî hebû û yên din jî xwedî regeznameyên Ewropî û Efrîqî bûn.

Duh jî Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku di encama êrîşeke Hevpeymaniya Navdewletî de, li ser zeviyê Tenek yê petrolê li derdora Dêra Zorê, 20 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin