1128 Akademisyen: ”Em nabin şirîkên vî sucî (tawanbarî)” / Îsmail Beşikçi

Siddik Bozarslan

 

”1128 akademisyen ku di zanîngehên / universiteyên cuda da bûne, roja 11.12.2016an belavokek weşandin. Di wê belavokê da bal kêşandin ser operasyonên ku li bajarên kurdî li Silvanê (Farqîn), Cizîrê (Cizre), Silopîyê, Îdilê, Nusaybînê (Nisêbîn), Yuksekovayê hatine kirin, ”em nabin şirîkên  vî sucî (tawanbarî)” hatibû gotin û daxwaza aştîyê hatibû kirin. 

Jibo vê belavokê, bi rêvebirîya Serekcumhur Recep Tayyip Erdogan, akademisyenên ku wê belavokê îmza kirine, li zanîngehan lêkolîn û lêpirsîn hatin kirin û doz hatin vekirin. Her weha van kolanan û lêpirsînan, bûn meydana meşgulîyeta gelek giring jibo senatorên zanîngehan, yên YÖKê. 

Di rojên ewilîn da ji Zanîngeha Aydınê (Stanbul) Battal Odabaşı ji kar hat avêtin (dûrxistin) ku belavokê îmza kiribû. Ji Zanîngeha Sed Salîyê (Wan) Sharo Îbrahîm Garip, ji Zanîngeha Atatürk (Erzurum) Ramazan Kurt, ji kar hatin avêtin û ji zanîngehan hatin dûrxistin.     

Jibo ku belavokê îmza kirine ji Zanîngeha Bogaziçiyê Esra Mungan, ji Zanîngeha Mimar Sinan Kıvanç Ersoy, ji Zanîngeha Nişantaşiyê Muzaffer Kaya hatin tewqîfkirin û xistin zindanê (girtîgehê). 

Bêguman di zanîngehên cuda da gelek akademisyen ku belavokê îmza kirine, jibo wan lêkolîn, lêpirsîn û zindanîkirin hene. (çêbûne)

Dê tesîrên van tewqîfkirinan, binçangirtinan û lêpirsînan gelek mezin çêbin. Bê guman tesîra herî mezin, dê li ser jîyana fikirkirinê ya Turkîyeyê bibe. Van lêpirsînan, binçavgirtinan, tewqîfkirinan, jîyana fikirandinê dê bike çolistan, hişk bike, mêjûyan bide tevizandin (felckirin). Dê bibe sedem ku kesên mamoste yên zanîngehan bikevin statuya memûran. Van kirinan di wextê da dê bibin hîmdarên esasî jibo jîyana fikirandinê. Di nava van mercan da nivîskar, lêkolêner, dê serî li ototsansûrê bidin da ku ew rastê wan lêpirsîn û cezadayînê neyên. Yê ku jîyana fikirandinê bike çolistan, bide hişkirin û mêjuyan bide felckirin jî ev e. Ji sansûrê zêdetir otosansûr e ku jîyana fikirandinê bike çol û hişk bike.  

Dema zanîngeh were gotin, îlim û cîyê afirandina îlmê tê aqilê mirov. Şertên (mercên) girîng jibo îlmê û afirandina îlmê, azadîya xweîfadekirinê ye. Azadîya xweîfadekirinê, di heman demê da şerteke demokrasîyê ye ku jê dest nayêberdan. Bi qeneeta min azadîya fikirandinê, li dinyayê nîşana herî giring ya medenîyetê (modernizmê) ye. Di civatên ku azadîya fikirandinê bi berdewamî neyê jîyandin da, ne mumkun e ku îlim were afirandin. Di civatek da eger azadîya xweîfadekirinê nebûye dezgahek, li zanîngehan ne mumkun e ku mercên îlmê were avakirin. Eger azadîya xweîfadekirinê di civatek da nebe dezgahek û berdewamî ew dezgah neyê jîyandin, tu qîmeta maneya azadîya akademik tune. Eger azadîya xweîfadekirinê tunebe, dezgeha azadîya rexnekirinê çênebûye, wê demê azadîya akademik, bêmane ye û tişteke vala ye. Di van civatan da afirandinên ku li ser navê îlmê çêdibin, hemî li gora ideolojiya resmî şikil distînin. Ideolojiya resmî, ideolojiyeke ne ji rêzê ye, ew di bin parastina dewletê da ye ku di çarçoveya cezakirinê da tê parastin. Ideolojiya resmî, şikil dide civatên ku ne demokratik in. 

Îlmên Civatî wek abûrî / ekonomi, Antropoloji, Îlmên Sîyasetê, Sosyoloji, Dîrok / Tarîx, di

Îlmên Normatif da wek Hukuk / di Felsefeyê da, di Îlmên Dînî / Olî da, di Îlmên Beşerî da wek Psikoloji, Sen´etên Xweşik, afirabndina îlmê, rêxistina îlmê, hemî bi yek şertek dikarin pêk werin ku ev şert, Azadîya xweîfadekirinê ye. 

Di civatên ne demokratik da, yanî civatên ku xwedîyê ideolojiya resmî ne, parastina azadîya xweîfadekirinê, dikare bi risk be. Bi taybetî jibo van civatan, pêwistîya azadîya xweîfadekirinê heye. Şolên kurd, Kurdistanê, ermenan, komkujiya ermenan, rumpontus, suryanî, kurdên êzîdî, alevî-kizilbaş, axiftin û gengeşekirina van şolên esasî, di vê çarçoveyê da dikarin pêşta herin. Evana dikarin bi risk bin. Lê divê di bin her şertî da azadîya xweîfadekirinê, were parastin.

Divê ne tenê karên parêzvanên mafên mirovî û dezgahên mafên mirovî bin ku azadîya xweîfadekirinê diparêzin. Di serî da zanîngeh, dezgahên çapemenîyê, dezgahên civatî yên sivil, dezgahên ku azadîya xweîfadekirinê diparêzin û jibo bicîkirina wê têkoşînê didin, be. 

Di pêvajoya tewqîfkirinan, binçavgirtinan û lêpirsînan da ku babeta 1128 akademisyen bûn rojeva Turkîyeyê ku yek ji wan dilê mirov dişo, girîng tişteke ku hewildana Zaningeha Boğaziçi û Rektörê wê Prof. Dr. Gülay Barbarosoğlu ye. Rektör Gülay Barbarosoğlu di derbarê endamê perwerdeyê Esra Mungan da hevdîtin bi Serekwezîr Ahmet Davutoğlu û Serekdozgerê Komarîyê Stanbulê ra çêkirîye, divê ev ne tenê li gora tercîha wê be, lê wek dezgah, nasnameya Zanîngeha Boğaziçiyê ve girêdayî were kolandin.”                                     

Wergêr ji tirkî bo kurmancî: Siddîq Bozarslan