11 kurd di wê balafira Îranê ya ketî de canê xwe ji dest dan

Hat zanîn ku di rûdana ketina balafira Îranî de herî kêm 11 kesên kurd jî can dane.

Duhî danê sibê firokeyeke rêwiyan ya Îranê, ku ji Tehranê diçû bajarê Yasûcê, li devera Semîrom ya Îsfehan ketibû.

Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de tevahiya kesên ku di firokeyê de bûn û hejmara wan 66 kes bû, can dane. Heta niha parçeyên firokeyê nehatine dîtin.

Li gorî agahiyên ku medyaya civakî de hatine ragihandin, di wê firokeyê de herî kêm 11 kurd hebûne ku piraniya wan yan nojdar bûne yan jî xwendekarê nojdariyê bûne, 2 zarok jî bi wan re hebûne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin