100 hezar geştiyar seredana devera Duhokê kirine

.

Digel di navbera artêşa Tirkiyê û PKK ê de şer heye û pandemî zahf zêde ye, di nav 5 mehên îsal de 100 hezar geştiyar seredana deverên li Duhokê yên geştiyariyê kirine. Berdevkê Rêvebiriya Tûrîzmê yê Duhokê Rêwar Mihemed Reşîd bo BasNewsê ragihandiye ku di nav geştiyaran de ji orta û başûrê Iraqê gelek kes seredana bajarê Duhokê kirine.

Rêwar Mihemed Reşîd ragihandiye ku bi taybetî di hefteyê de, her dû rojên dawiyê gelek kes seredana ciyên geştiyarî yên li Duhokê kirine.

Rêwar Mihemed Reşîd ragihandiye ku di nav sînorê Duhokê de li dora 900 ciyên tûrîzmê hene ku di nav wan de café, xwaringeh, motel û otel hene. Reşîd di encama axaftina xwe de weha gotiye:

“Di nav ciyên geştûguzariyê de bi sedema şer û pevçûnên di navbera TSK ê û PKK ê de, Amedî û Zaxo ne di nav deverên bi ewlede ne. Ciyên şer û pevçûn lê hene kes nikare here wan deveran û ev jî xesara zêde dide sektora tûrîzmê.”

Kurdistan Haberleri

Serokê Giştî yê PWKyê Cemîyeta Rojnamevanan a Başûrêrojhilat Pîroz Kir
Neviyê Şêx Seîd: Pirsgirêka Kurdan a herî mezin, nebûna yekîtiyê ye
Îran: Divê Amerîka û Îsraîl wek destpêkerên şer bên naskirin û qerebûyê bidin
Amerîkayê axaftina rayedarên Îranî bi dest xist: 'Wêraniya li tesîsan kêmtir e'
GEVER - Ji ber ku leşkerî nekirine li birayên astengdar ceza hat birîn