
Serokê PAKê Mustafa Özçelik: Birêz Bayram Bozyel divê demildest serbest bê berdan
.
A+A-
"Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalist a Kurdistanê-PSKyê, nivîskar û siyasetmedarê kurd Birêz Bayram Bozyel, îro(08.11.2021) serê sibê li Amedê, li mala xwe, ji aliyên polîsên Dewleta Tirkîyeyê ve hatiye desteserkirin.
Birêz Bayram Bozyel Cîgirê Serokê Giştî yê PSKyê ye; ew şiklê ku Birêz Bozyel hatîye desteser kirin, şiklekî ne demokratîk e û binpê kirina mafê azadîya fikrî û rêxistinî ye.
Desteser kirina Birêz Bayram Bozyel nîşana bêtehamulîya li dijî doza kurd û Kurdistanê ye.
Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû endam û alîgirên PAKê desteserkirina Birêz Bayram Bozyel şermezar dikim.
Birêz Bayram Bozyel divê demildest serbest bê berdan."
08.11.2021
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin