Rêveberîya Xweser derbarê xizmeta serbazîyê de biryarek da

Rêveberîya Xweser derbarê xizmeta serbazîyê de biryarek da

Hevserokê Ofîsa Berevanîyê ya Rêveberîya Xweser ragihand ku ew mijara temenê kesên bikevin ber xizmeta serbazî de gotûbêj dikin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Hevserokê Ofîsa Berevanîyê, Zêdan el Asî ji Rûdawê re got, heta niha tu biryar ji bo kêmkirina temenê kesên ku ber xizmeta serbazî dikevin nehatîye dayin.

Zêdan el Asî dîyar kir ku ew daxuyanîya ku îro derbarê kêmkirina temenê kesên ji bo xizmeta leşkerîyê tên xwestin û destnîşankirina kesên jidayikbûyên 1990 saxte ye û wan tu biryareke wiha nedaye.

Hevserokê Ofîsa Berevanîyê herwiha da xuyakirin, wan tenê biryar daye ku xizmeta serbazî ji bo xelkê Efrînê, Serê Kaîyê û Girê Spî ji bo salekê bê paşxistin.

Ji bilî hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD), bi biryara Rêveberîya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê hêzeke din a leşkerî bi navê Hêzên Erka Xweparastinê hatîye avakirin û leşkerîya ji bo vê hêzê neçarî ye.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin