PAK: 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Pîroz Be

PAK: 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Pîroz Be

Komîsyona Jinan ya PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê): Bijî tekoşîna jinên Kurdistanê ya birexistinî, ya jibo wekhevî, azadî, edaletê û jibo mafê bistatubûyîna Kurdistanê.

A+A-

 

“Îro 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ye. Mixabin wek ku li gelek derên cîhanê, îro li her çar perçeyên Kurdistanê jî jin tuşî êrîş, tundî û qetlîaman dibin.

Di vê roja 8ê adarê de jî, mixabin Kurdan bi 50 milyon nifûsa xwe hîna jî di nav dewletên serbixwe yên cîhanê de cihê xwe ne karîbûn bigirin. Her çend nêvîyê civata Kurdistanê ji jinan pêk tê jî, lê jinên Kurd li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê ji mafê perwerdeya zimanê xwe yê zikmakî pêparin . Di mafên civakî, aborî, tevlîbûna jîyana polîtîk û heta di mafê perwerdeyê jî jin tûşî neheqîyeke mezin dibin .Şer û pevçûn û qedexeyên heyî herî zêde tesîreke xerab li ser jinan dike. Jin hîna jî tûşî şîdetê dibin.

Di rewşeke weha de, em dibêjin 8ê Adara bila bibe roja bilind kirina ala azadîya jinan, bila bibe roja bilind kirina ala azadîya Kurdistanê.

Îro him wek cinsîyeteke bindest , him jî wek beşek ji civaka Kurd û Kurdistanê, li dijî şîddet, tacîz, destdirêjî, wêranî, neheqî û zilmên ku em tuşî dibinê, bi rûmetî em dengê azadî, wekhevî û edaletê bilind dikin.

Em wek jin beşek in ji civaka ku em tê de dijîn; lê beşeke ku ji wekhevîyê, ji gelek mafên xwe bêpar in. Em dê bi rêxistin û xebatên xwe yên taybet jî li hember cûdabûnên cinsî yên bi her awayî û neheqîyan dengê xwe bilind bikin, tekoşîna bidomînin.

Divê em bizanibin ku, azadîya jinê, di dîroka mirovahîyê de her bûye mifteyek ku derîyê gelek azadîyan vekirîye. Berîya herkesî divê em jin li vê yekê agahdar bin.

Em dizanin û divê em bizanibin ku jin, helqeya ewile ya hemû nirx, kevneşopî, ziman û çanda netewî ya Kurdan. Jin pireke di navbera duhî , îro û pêşerojê de.

Belê, azadîya jinan beşek û katalîzorek e di azadîya hemû beşên civakê yên etnîkî, cinsî, olî, mezhebî û civakî .

Em di vê hişmendîyê de ne ku jina birêxistin , temînata civaka wekhev û azad e; temînata neteweke birexistin e.

Em wek jinên Kurd û Kurdistanî him tuşî êrîşên dewletên serwer tên; him jî di bin zext û şîddeta mêrên ku li malên me , li kargehên me, li kolanên me û di hemû warê jîyana me de ne.

Îro ji vî şerê ku li himberî  gelê me tê meşandin de,  herî zêde jinên Kurd zerarê dibînin. Jinên Kurd zarokên xwe, dayîkên xwe, xwişk û birayên xwe, ji dest didin.. Êrîşên li ser nasnameya wan ya cinsî û netewî her roj zêdetir dibe .


Em wekî jin, bang dikin ku li Bakurê Kurdistanê şer raweste , li ser esasên sîyasî û sivîl çareserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdistanê were pejirandin û bi mixatab girtina hemû partîyên kurdan pêvajoya çareserîya sîyasî destpê bibe.

Jinên Kurdan herdem bûne hedefa yekem ya dewletên serwer. Lê jinên Kurdan tu caran serê netewandin e. Di hemû serhildan û şerên Kurdan de cîhê xwe sitendin e, liberxwedane. Li girtîgehan de jî tûşî îşkence, muameleyên xirab hatin lê tu carê paşve gav neavêtine.

Tekoşîna Hafsa, Besê,Gulnaz, Zarîfe xaniman, Rewşen Bedirxan, Leyla Qasim, Zekiya Alkan û hemû jinên ku di tekoşîna netewî ya Kurdistanê de heta niha şehîd ketine; tekoşîna hemû xebatkarên di rêya zadîyê de, têkoşîna me ye.

Tekoşîna li her çar perçeyên Kurdistanê ji bo azadî û serxwebûnê tê meşandin tekoşîna me ye.

Bijî tekoşîna jinên Kurdistanê ya birexistinî, ya jibo wekhevî, azadî, edaletê û jibo mafê bistatubûyîna Kurdistanê.”

08.03.2020

Komîsyona Jinan ya PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê )
 

2-080.jpg

3-086.jpg4-068.jpg

5-055.jpg

7-029.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin