Netanyahu bersiveke tund da Erdogan: Li welatê xwe Kurdan qir dike

Netanyahu bersiveke tund da Erdogan: Li welatê xwe Kurdan qir dike

.

A+A-

 Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bersiv da Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û got, “Îsraîl dê ji Erdoganê ku Kurdan qir dike, weazên exlaqî wernegire.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan doh li Stenbolê beşdarî bernameyekê bûbû û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin bi gotinên tund rexne kiribû.

Erdogan di axavtina xwe de got, “Netanyahu û rêveberiya wî bi sûcên li dijî mirovahiyê yên li Xezeyê dikin, wekî Naziyên îro navên xwe li kêleka Hitler, Mussolini û Stalin zêde kirine.”

“Li welatê xwe Kurdan qir dike”

Netanyahu jî li ser hesabê xwe yê Xê bersiv da gotinên Erdogan û wiha got:

“Îsraîla ku pabendî qanûnên şer e, dê ji Erdoganê ku piştgiriyê dide qatil û tecawizkarên rêxistina terorê ya Hemasê, qirkirina Ermeniyan înkar dike, li welatê xwe Kurdan qir dike, zextê li rojnameger û mixalîfên rejîmê dike weazên exlaqî wernegire.”

 

“Tirkiye piştî Îranê li cîhanê piştgirê herî mezin ê terorê ye”

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz jî piştgirî da Netanyahu û wiha anî ziman:

“Kuştin û sûcên zayendî yên ku Hemasê li dijî Cihûyan û Dewleta Îsraîlê kirine, di dîrokê de yek ji kiryarên herî mezin ên zordestî û antîsemîtîzmê ne."

 

“Lûtkeya durûtiyê ye”

Tirkiye piştî Îranê li cîhanê piştgirê herî mezin ê terorê ye.”

Li aliyê din Serokê Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Îsraîlê Benny Gantz jî ji ber piştgiriya Hemasê Erdogan şermezar kir û wiha pê de çû:

"Sekna Erdogan a bi Hamasê re, wî dike alîgirê sûcên li dijî mirovahiyê û muqayesekirina Serokwezîrê Îsraîlê bi dîktatoran re lûtkeya durûtiyê ye.

Rastiya ku Erdogan di wê baweriyê de ye ku Hemas ne rêxistineke terorîst e, reftarên wî yên li hemberî welatiyên xwe diyar dike.

Îsraîl di şerê li dijî kesên ku îspat kirine ku mirovatiya wan tune ye jî dê bi qanûnên navneteweyî ve girêdayî be."

 

Li aliyê din Serokê Ragihandinê yê Serokomariya Tirkiyeyê Fahrettîn Altun derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Fahrettîn Altun got, “Ji ber paqijiya etnîkî ya ku ji aliyê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û hikûmeta wî ve tê kirin, êşên Filistîniyan didomin.”

Herwiha Altun ragihand, “Em dê bi hemû hêza xwe li dijî van polîtîkayan bisekinin.

Dê derew, xapandin, sûcdarkirinên bêbingeh û hewldanên wî yên ji bo guhertina rojevê bêencam bimînin."

 

“Dê berpirsên Îsraîlî hesabê bidin”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçelî li ser pirsa derbarê daxuyaniyên Hikûmeta Îsraîlê de wiha bersiv da:

“Îsraîl dewletek e ku ji ber sûcên komkujiyê li Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî tê darizandin û Hikûmeta Îsraîlê ji hemû sûcên ku li Xezeyê li dijî gelê Filistînê tên kirin berpirsyar e.

Hewldanên endamên Hikûmeta Îsraîlê yên ji bo guhertina rojevê nikarin van rastiyan veşêrin.

Wijdanê mirovî û hiqûqa navneteweyî dê teqez pêk were ku berpirsên Îsraîlî hesabê bidin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin