
Mustafa Ozçelîk: Em bi wefata welatperwerê kurd Kerîm Şingalî gelekî xemgînin
.
A+A-
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:
Em bi wefata welatperwerê kurd Kerîm Şingalî gelekî xemgînin
Welatperwerê kurd, yek ji pêşmerge û kadroyê pêşeng ê Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û kedkar, xebatkar û têkoşerê doza azadîya Kurdistanê kak Kerîm Şingalî ji ber nexweşîya xwe koça dawî kir.
Kak Kerîm Şingalî ji 60 salî zêdetir e ku di nav refên doza azadîya Kurdistanê de xwedîyê kedeke giranbuha bû.
Em bi wefata xwedê jê razî kak Kerîm Şingalî gelekî xemgînin.
Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.
Em sersaxîyê ji malbat û hezkirîyên kak Kerîm Şingalî, ji hemû rêvebir û endamên PDKyê re dixwazin.
Serê gelê Kurdistanê sax be.
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin