
Li Zanîngeha Akdenîzê nîjadperestan êrîşî xwendekarên Kurd kirin
.
A+A-
Li Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê grûpeke nîjadperest a Tirk êrîşî 3 xwendekarên kurd kirin.
Li Zanîngeha Akdenîzê grûpeke nîjadperest a Tirk, ku ji nêzîkî 30 kesan pêk dihat li nav kampusa zanîngehê êrîşî xwendekarên bi navê Botan Artuç, Feyzî Akan û Hatîce Tong kirin û ew birîndar kirin.
Botan Artuç û Feyzî Akan bo Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Akdenîzê û Hatîce Tong jî bo Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturkê hatin veguhestin.
Hat zanîn ku grûpa nijadperest ji sibehê ve gef li xwendekarên Kurd dixwarin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin