Li Îranê 11 parlamenter bi vîrusa korona ketin

Li Îranê 11 parlamenter bi vîrusa korona ketin

Li Îranê 11 parlamenter bi vîrusa korona nû Covid-19 ketin û testên wan erênî derketin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor nûçeya ajansa Karkerên Îranî (ILNA), ji endamên lêjneya serokatiya meclisê Mihemed Reza Tabeş, parlamenter û karmendên parlamentoyê re testa Covid – 19 hatiye kirin.

Mihemed Reza Tabeş ragehand: ''Encamên testên 11 parlamenteran pozîtîf derketiye.'' Herwaha got hîn hemû encam derneketine lê dibe ku testên 50 parlamenteran pozîtîf be.

Li Îranê ji 3 hezar û 700 kesî zêdetir mirin ji ber vîrusa korona pêkhatine û berî naha jî 23 parlamenter testên wan pozîtîf derketibû. Herwaha parlamentera Tehranê Fatma Rehber, 7ê Adarê ji ber wê vîrusê jiyana xwe ji dest dabû û serokê parlamentoya Îranê Elî Larîcanî jî encamên testa wî pozîtîf derketibû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin