Li Duhokê 700 kes hatin karantîna kirin

Li Duhokê 700 kes hatin karantîna kirin

Di berdewama tekoşîna hember vîrusa korona de li herêma Kurdistanê bi giştî li parêzgeha Duhokê jî hewldanên pêşîgirtina wê şewbê berdewam in û naha 700 kes li sînorê parêzgeha Duhokê hatine karantîna kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Berdevkê rêveberîya giştî ya tenduristîya parêzgeha Duhokê Hemze Rezikî di daxuyanîyekî bo BasNewsê de ragehand: ‘’Ji alîyê tîmên me ve berdewam pêdeçûna wan kesan dê bê kirin ku ewên ku guman li ser wan heye vîrusa korona nêzîkî wan kesan bûye û tîmên me berdewam di erkê xwe de berdewam in.

Rezikî got: ‘’Ew kesên li Duhokê ber vîrusa korona ketine rewşa wan heta astekî başe û di bin çavdêrîya bijîşkî de li nexwaşxaneya taybet a koronayê tên çareser kirin’’

Hemze Rezikî ragehand: ‘’Heta naha nêzîkî 700 kesan li sînorê parêzgeha Duhokê di bin karantînayê de ne û tîmên me berdewam pêdeçûna wan kesan dikin ku me guman li ser wan heye nexwaşîya vîrusa korona girtibin û em hêvîdarin rêjeya hatî tomar kirin rêjeya dawî be û rewşa nexwaşan jî ber bi başbûnê ve biçe.’’

Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin