Li Afganîstanê teqîn!

Li Afganîstanê teqîn!

Li paytexta Afganîstanê Kabilê di êrîşeke bombeyî de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan, 100 kes jî birîndar bûn.

A+A-

Li paytexta Afganîstanê Kabilê di êrîşeke bombeyî de 18 kesan jiyana xwe ji dest dan, 100 kes jî birîndar bûn.

Li gor nûçeya ToloNews ragehandiye, wezareta tenduristiya giştî diyar kiriye li rojavayê paytextê li navendekî polîs teqînek pêkhatiye û herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji 100 kesan zêdetir jî birîndar hene.

Hat ragehandin beriya êrîşê hêzên ewlehiyê, li hember rêxistina terorîst a DAIŞê û şaneyên wê yên li bajar operasyon dabû destpê kirin.

Berdevkê wezareta tenduristiyê Wahidullah Mayar di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand, kesên ku birîndar bûne rakirine nexwaşxaneyan.

Berpirsyariya êrîşê rêxistina Talîbanê girte ser xwe û ragehand, di êrîşê de hejmarek mezin a hêzên ewlehiyê hatine kuştin.

Duh jî li Kabilê, dema wesayîta karmendên wezareta navxwe derbas dibû, bombeya ku di paskîlekî de hatibû bicîh kirin hatibû teqandin û 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 7 kes jî birîndar bibûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin