Ji Mazlûm Kobanî peyama Efrînê

Ji Mazlûm Kobanî peyama Efrînê

Fermandarê Giştî HSDê, Kobanî bi boneya salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê peyamek belav kir û tê de got “Efrîn yek ji karê me yên destpêkî ye. Vegera şênîyên resen û çûyîna xeriban karê sereke yê me ye

A+A-

Navenda Nûçeyan - Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê twitterê di duyamîn salvegera dagirkirina Efrînê de peyamek belav kir.

Mazlûm Kobanî amaje dike ku rizgarkirina wî bajarê Rojavayê Kurdistanê dê karê wan ê sereke be.

Kobanî wiha got: “Efrîn mijara destpêkî ye di lîsta me de ye û vegera Efrînê li welatîyên wê û derketina çekdaran jê karê me yê sereke ye.”

Fermandarê Giştî yê HSDê hewiha got ku divê civaka navneteweyî binpêkirin û tawanên şer ên ku li Efrînê rojane rû didin, rawestîne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin