Îraq ji Rebîayê heta Pêşabûrê dîwar lê dike

Îraq ji Rebîayê heta Pêşabûrê dîwar lê dike

.

A+A-

Fermandariya Parêzvanên Sînor a Îraqê ji Rûdawê re ragihand ku ew bi nêzîkî 1000 kamera û dronan sînoran kontrol dikin û li “gelek cihên sînorê Tirkiyeyê” ew gihiştine xala sifirê.

Berdevkê Fermandariya Parêzvanên Sînor a Îraqê Heyder Kerxî îro ji Rûdawê re ragihand:

"Em bi hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê avakirina dîwarê ji Rebîayê heta Pêşabûrê didomînin û armanca me kontrolkirina tevahiya sînorê herêmê ye.

Heta niha nêzîkî 350 kîlometreyan dîwarê betonî li ser sînorê Sûriyeyê hatiye danîn û em dêdanîna zêdetir jî bidomînin.

Navendeke nû ya çavdêriya sînoran li Bexdayê hatiye vekirin ku ji wir ve çavdêriya 975 kamerayên termal û dronên çavdêriyê tê kirin."

Wî amaje bi wê yekê jî kir ku ji bo her 22 lîwayên sînor "30 dronên çavdêriyê hatine dabînkirin û her dron dikare çavdêriya qadeke 80 kîlometreyî bike."

Heyder Kerxî derbarê “sînorê Îraqê yê bi Tirkiyeyê re” û bandora pêvajoya çareseriyê ya li ser wî sînorî anî ziman:

"Piraniya sînorê Tirkiyeyê di bin kontrola hêzên parêzvanên sînor de ye û em li gelek cihan gihiştine xala sifirê."

Wî her wiha got ku projeya wan a avakirina “100 baregehên çavdêriyê li ser sînorê Tirkiyeyê” heye û "Bi giştî niha ew sînor aram û bê pirsgirêk e."

Wî derbarê sînorê Îranê jî got, "Sînorên me yên bi Îranê re kontrolkirî û aram in û gelek birc û baregehên me yên çavdêriyê hene."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin