Heyeta PAKê Seredana Cemîl Taşkesen Kir

Heyeta PAKê Seredana Cemîl Taşkesen Kir

.

A+A-

Heyetek PAKê roja 30.10.2021ê li Misirc a Navçeya Sêrtê seredana Cemîl Taşkesen kir.

Heyeta PAKê ji rêvebir û endamê PAKê yên Sêrt û Batmanê(Êlih) pêk hatibû.

Endamêm Meclîsa PAKê M.Salih Kiliçaslan, Aziz Özdemir, rêvebirên PAKê Tahir Birlik, Abdurrahman İnan, Hamdullah Toprak roja 30.10.2021ê ji bo piştgirîya Cemîl Taşkesen çûn Misircê û ji ber helwest û gotinên wî yên welatperwerane Cemîl Taşkesen pîroz kirin, spasîya wî kirinpiştgirîya xwe pêşkêş kirin.

Bitikîne PAK: Em desteserkirina Cemîl Taşkesenê ku gotibu ‘vê derê Kurdistan e’ şermezar dikin

Cemîl Taşkesen bi germahîyeke welatperwerane pêşewazîya heyeta PAKê kir.

Di dema ku heyeta PAKê li cem Cemîl Taşkesen bûn, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik bi peywendîyeke telefonî de Cemîl Taşkesen pîroz kir û ji bo vê pêşewazîya wî jî spasîya wî kir.

Mustafa Özçelik got ‘’Kekê Cemîl te tiştên ku di dilê gelê me de ne anîne ziman. Te gaveke dîrokî avêt. Em bi bîr û bawerî û hestên xwe yên Kurd û Kurdistanî li gel te ne. ‘’.

Cemîl Taşkesen jî ji ber vê seredanê û ji be piştgirîyê spasîya PAKê kir û got ‘’Em bi hev re xurt in. Ez hêza xwe ji we Kurdistanîyan digirim’’.

Seroka Giştî ya İyi Partîyê Meral Akşener roja 28.10.2021ê li Misirc(Kurtalan)a navçeya Sêrtê seredana esnafan kir.

Di dema vê seredanê de esnafekî ku bi navê Cemîl Taşkesen ji Meral Akşenerê re weha got ‘’Zimanê me , nasnameya me ya Kurdî tê înkar kirin. Vê derê Kurdistan e. Li Meclîsa Tirkîyeyê Kurdistan tê înkar kirin’'.

Ji ber van gotinên Cemîl Taşkesen Serdozgerîya Cimhûrîyetê ya Kurtalanê bi îthama ku ’‘propagandaya rêxistina terorê kirîye’’ di heqê Cemîl Taşkesen de lêpirsîn destpê kirîye û Cemîl Taşkesen ji alîyê polîsan ve hatîye desteser kirin . Cemîl Taşkesen di polis de jî gotinên xwe parast. Piştî îfadeya wî hatê girtin serbest hate berdan. Mimkune ku di heqê Cemîl Taşkesen de doz were vekirin.

30.10.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

4-140.jpg3-174.jpg2-174.jpg1-168.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin