Hewldanên ji bo dîtina Gulistanê berdewam in

Hewldanên ji bo dîtina Gulistanê berdewam in

Li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê hewldanên ji bo dîtina xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku ku 10 roj in bêserûşûn e, berdewam in.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Malbata Gulistanê ji Amedê çûn Dêrsimê û ji Rûdawê re axvine û dibêjin ew dixawazin çarenivîsa keça wan bê eşkerakirin.

Li gor polîsên Dêrsimê, berî wendabûnê bi rojekê nîqaş di navbera Gulistan û hevalê wê yê kur bi navê Zaynal Abarakov de derketîye ku welatîyê Rûsyayê ye û bavê wî li Dêrsimê polîs e. HDP jî bi guman temaşeyî bêencambûna hewldanan dike û mijar birîye Parlamentoya Tirkîyê.

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê hewldanên bo dîtina Gulistan Doku berdewam in, ku zêdeyî hefteyek dibe wenda ye. Malbata vê keça Kurd ku akincîyê bajarê Amedê ne, piştî bûyerê bo dîtin û saloxên keça xwe çûne Dêrsimê. Malbata wê ji Rûdawê re axifîn û daxwaza dîtina keça xwe dikin.

Dayîka Gulistanê dibêje: “Em dixwazin kêça me were dîtin. Mirovên me yên li vê derê hemû ji me re alîkarin, Xwedê ji wan razî be. Em tenê keça xwe dixwazin. Keça me li kuderê ye bila were.”

Birayê Gulistanê jî wiha axivî: “Em dixwaxin xwişka min were dîtin. Gumana me ji wî lawekî heye.”

Welatî hikûmetê xemsar dibînin ku îfadeya gumanbaran wernegirtîye û rê daye hevalê kur ê Gulîstan ku bireve û Tirkîyê bicîh bihêle. Ji alîyekî ve nerazîbûna xwendekarên zanîngehê û welatîyên bajêr didomin, li alîyê din kar û xebatên tîmên peywendîdar di nav ava Gola Uzunçayir û derdora Pira Dinar de bo dîtina Gulistan berdewam in.

Malbata Gulistan di wê bawerîyê de ne ku keça wan xwe neavêtîye nav ava golê û ne keseke wiha bû ji neçarîyê xwe bikuje.

Xalê Gulistan ê bi navê Mihemed Nurkan da zanîn ku wan ji dozger girtina Zaynal Abarakov kirîye, lê dozger ji wan re gotîye ku ti sedem û delîl nînin ew were girtin û bi gotina dozger Zaynal Abarakov  ji Tirkîyê derneketîye.

Gulistan Doku ya temen 21 salî ku xwendekara qonaxa duyem a Koleja Geşedana Zarokan a Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê ye, roja Yekşemê 5ê Çile piştî ku ji beşê navxwe yê zanîngehê derdikeve, heta niha tiştek derheqê wê de nayê zanîn. Li gor lêkolînan, piştî peywendîyeke telefonî ya 4 deqîqeyî demjimêr 16.26 êvara heman rojê ve telefona wê jî girtî ye.

Li gor polîsên Dêrsimê, berî wendabûnê bi rojekê nîqaş di navbera Gulistan û hevalê wê yê kur bi navê Zaynal Abarakov de derketîye ku welatîyê Rûsyayê ye û bavê wî li Dêrsimê polîs e. HDP jî bi guman temaşeyî bêencambûna hewldanan dike û mijar birîye Parlamentoya Tirkîyê.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin