Hevpeyvîneke taybet a Serok Barzanî wê di kenala MBC1ê de belav bibe

Hevpeyvîneke taybet a Serok Barzanî wê di kenala MBC1ê de belav bibe

Biryare îro roja înê 03.04.2020an kanala MBC1 ya erebî hevpeyvîneke taybet ligel Serok Mesûd Barzanî belav bike.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Kanala MBCyê di kurte vîdyoyekê da reklama hevpeyvîna belav kirîye Serok Mesûd Barzanî mêvanê bernameya “Derîyê Naverast” ê kanalê yê û amaje bi wê yeke jî hatîye kirin di wê Serok Barzanî bersiva pisa "Çi li pişt referanduma navdar a Kurdistana Iraqê” dide.

Herwiha amaje bi wê yeke jî hatîye kirin ku wê bername êvarê saet 20:00 were pêşkêşkirin.

Serok Mesûd Barzanî rêberayetîya gelê Kurdistanê kir di proseya Referanduma Serbixwebûnê ya Kurdistanê. Di 25.09.2017an de bi 3 milyon û 305 hezar û 935 kes li Herêma Kurdistanê çûn ser sindoqan û bi rêjay ji %92.72 ji ji referanduma serbixwebûnê re gotin belê.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin