Henîfî Turan: Dersa Kurdî hilbijêrin û li her derê bi Kurdî biaxivin

Henîfî Turan: Dersa Kurdî hilbijêrin û li her derê bi Kurdî biaxivin

.

A+A-

Endamê Encûmena Navendî ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Henîfî Turan bang li xwendekarên Kurd û malbatên Kurd kir, ku dersa bijarte ya Kurdî hilbijêrin û daxwaz kir, ku Kurd li her derê, çi li malê be yan jî li ser kar be, bi Kurdî biaxivin.

Henîfî Turan, Endamê Encûmena Navendî ya PAKê derbarê dersa bijarte ya Kurdî de helwesta partiya xwe ji Rûdawê re eşkere kir û ragihand, perwerdeya bi zimanê Kurdî ji mafê miletê Kurd e, lê Tirkiye wî mafî qebûl nake.

Turan got, “Perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekî rewa yê her milletekî ye, yê milletê Kurd e jî, lê mixabin dagirkerên Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê vî mafê qebûl nakin. Mafekî dersa bijarte eva bû çend sal dane, ev jî di serî de me Kurdan got em pê qayil nebûn, (eger) hûn me nekin dewletek serbixwe.., em ji xwe van tiştan qebûl nakin. Lê belê em îro hatine vê astê, eva jî gavekî erênî ye li ba min.”

Endamê Encumena Navendî a PAKê herweha dibêje, divê malbatên Kurd xwedî li dersa bijarte ya Kurdî derkevin, daku ku mamsotayên Kurdî bêne damezrandin û destnîşan kir, divê zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.

Henîfî Turan got, “Divê ku em wek malbatên Kurd em li dersên bijarte xwedî derkevin, ji bo ku mamosteyên me bibin xwedî kar, ji bo ku pirtûkên nû bên belavkirin û bên nivîsandin û gelek tiştên din, lê belê em ji bîr nekin dersa bi zimanê Kurdî divê ku bibe zimanê perwerdeyê, em vê ji bîr nekin û di vî warî de jî kampanyayek heye dimeşe, em bang li milletê xwe dikin li malbatan dikin ku li dersa bijarte xwedî derkevin, lê beşdarî vê kampanyayê jî bibin.”

Di berdewamiya axavtina xwe de, wî berpirsê Partiya Azadiya Kurdistanê bang li hemû Kurdan kir ku li malên xwe û li ser kar jî bi Kurdî biaxivin. Henîfî Turan diyar kir, “Em di malên xwe de jî, dîsan ev di stuyê malbatan de ye, divê ku Kurd di malên xwe de bi Kurdî xeber bidin, rewşenbîrên me bi Kurdî xeber bidin, em bêjin rojnamevanên me bi Kurdî rojnamevaniyê bikin, û karsazên me bi Kurdî karsaziya xwe bikin.”

Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê rêziknameya ji bo dersên bijarte ji rêvebiriyên perwerdeyê yên bajaran re şandiye û proseya tomarkirina navê xwendekaran ji bo dersên bijarte li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji roja 3ê Çileya 2022an ve destpê kiriye. Li gor rêziknameya wezaretê, xwendekarên dibistanên navendî yên polên 5-6-7 û 8an ji 3 heta 21ê Çile dikarin serî li rêveberiya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersên bijarte hilbijêrin.

Ji roja 3ê vê mehê ve malbatên xwendekaran dest bi tejîkirina formên xwendina bi zimanê bijarde li dibistanan kirine. Hinek dibistanan jî bi awayê online form xistine ber destê malbatên xwendekaran.

Ji sala 2012an ve li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê, Zanîngeha Alparslan a Mûşê, Zanîngeha Çewlîgê û Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê beşên Ziman û Edebiyata Kurdî hatine vekirin û heta niha 1500 xwendekaran ew beş qedandine, lê ji vê hejmarê tenê 79 mamostayên zimanê Kurdî hatine damezrandin.

Li Bakurê Kurdistanê rêxistinên bi zimanê Kurdî re eleqedar dibin dibêjin, eger hejmara xwendekarên xwendina dersa bijarte ya Kurdî bi herdû zaravayên Kurmancî û Zazakî zêde be, Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê neçar dibe zêdetir mamostayên zimanê Kurdî dabimezrîne û bi vê jî derçûyên Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî wek mamostayên zimanê Kurdî tên damezrandin.

Li her dibistanekê ji bo vekirina polekî Kurdî wek pêwîst divê 10 xwendekar daxwaza dersa bijarte kiribin ku ew pol were vekirin ligel wê proseya serlêdana dersên bijarte ku ji 3ê Çile ve destpê kiriye û dê 21ê Çile bi dawî bibe.

Li gor amarên Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê, di sala xwendina 2015-2016an de, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 77 hezar û 931 xwendekaran dersa bijarte ya zimanê Kurdî hilbijartine. Ji vê hejmarê 71 hezar û 616 xwendekaran dersa zaravayê Kurmancî û 6 hezar û 315 xwendekaran jî dersa zaravayê Zazakî hilbijartine.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin