
Fîlma ‘Hîç’ a li ser Helebceyê di cejnê de dê were nîşandan
.
Fîlma “Hîç” a ku Diyako Bayez derhêneriya wê û Asos Bayez jî senaryoya wê nivîsiye, roja yekem a Cejna Qurbanê dê were nîşandan.
Sponsorê medyayê yê fîlmê Tora Medyayî ya Rûdawê ye.
Sînemaya Kurdî vê carê bi awayekî cuda li ser Komkujiya Helebceyê disekine.
Fîlma dirêj a bi navê “Hîç” çîrokeke taybet a ji Helebceyê bi rengê dramayê tîne ser perdeyê.
Fîlma bi dirêjahiya saetek û 47 xulekan ji aliyê Kaval Productionê ve hatiye amadekirin.
Şeyma Fatih çêkeriya wê dike.
Ji bilî derhêneriyê, derhêneriya dîmenan û montajê jî li ser stûyê Diyako Bayez e.
Şanya Keywanê derhêneriya lîstikvanan, Îdrîs Ebdî tomarên dengan û Aram Mesûd jî derhêneriya ronahiyê dike.
Dîroka û navendên nîşandanê
Fîlma “Hîç” dê roja yekem a Cejna Qurbanê, 6ê Hezîranê cara yekem were nîşandan.
Fîlm dê li Hewlêrê di Sînemaya Empîreyê, li Silêmaniyê li Sînemaya Cityê, li Dihokê li Sînemaya Maxi Mallê, li Kerkûkê li Navenda Çandê û li Soranê jî li Sînemaya Şînê bê nîşandan.
Nîşandana fîlmê dê di rojên din ên cejnê de jî berdewam bike.
Lîstikvanên fîlmê
Di fîlmê de 11 lehengên sereke hene û ev rol ji aliyê lîstikvanên naskirî ve tên lîstin.
Di nava lîstikvanên sereke de Mihemed Şêrwanî, Seher Derwêş, Jiyan Îbrahîm Xeyat û Rizgar Bahir hene.
Fîlm her wiha vegera piştî 16 salan lîstikvan Azad Celal nîşan dide, ew polîsekî malnişîn e.
Di nava lîstikvanan de kesên wekî Çinûr Ebas Kemendî, Kaban Hemîd, Şewnim Mihemed, Şanya Keywan, Zanist Berzincî, Arî Kedî, Ako Şerîf, Hoşyar Baba, Yasîn Omer û Sîma Serwer jî di fîlmê de cih digirin.
Naverok û çîroka fîlmê
Fîlm çîroka Herdiyê şofêrê taksiyê yê hejar e.
Herdî jineke bi navê Baharê nas dike, hevjînê Baharê nexweş e divê bilez gurçikek jê re were dîtin.
Herdî biryar dide ku gurçikê xwe bide hevjînê Baharê lê piştî emeliyatê rastiyeke ecêb derdikeve holê ku kes jê agahdar nîne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin