Erebên hawirde di nav Kurd de bi darê zorê têne niştecîkirin

Erebên hawirde di nav Kurd de bi darê zorê têne niştecîkirin

Li herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê bi dehan malbatên Ereb di nav malên Kurdan de hatine niştecîkirin. Di nava 24 saetan de bi sedan malbatên Erebên ku ji Idlibê koçber bûne li herêma Efrînê hatine bi cî kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ragihand ku li bajarokê Basûtê 210 malbat, li Kefercenê 90 malbat û li nahîyeya Bilbilê 22 malbatên Ereb hatine niştecîkirin. Li gor heman Rêxistinê 12 malbatên Ereb bi zorê xistine nava malbatên Kurd li Kefercenê.

Li gundê Kefersefrê jî 3 malbatên Ereb di nav malên 3 malbatên Kurd de hatine niştecîkirin û dema ku pîrejina Kurd Fîdan red kirîye ku kesek di nav mala wê de bê bi cîkirin, çekdaran ew birine navenda xwe û bi kuştinê gef li wê xwarine.

Gund, bajar û bajarokên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê tije Erebên hawirde bûne. Ji ber ku malên vala nemane, grûpên çekdar malbatên Ereb di nav malbatên Kurd de bi darê zorê niştecî dikin. Li gundê Kefercenê, di nav yek malbatê de, 9 malbatên Erebên hawirde hatine niştecîkirin, li nav hin malbatên 7 malbatên Erebên hawirde hatine niştecîkirin.

Li gor amarên ku Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê belav kirine, herî dawî derdora 300 malbatên Erebên hawirde li herêma Efrînê hatine niştecîkirin, 210 malbatên Erebên hawirde li bajarokê Basûtê hatine niştecîkirin, 90 malbatên Erebên hawirde li herdu gundên Kefercenê û Qeretepe hatine niştecîkirin, 40 ji wan malbatan li seyrangeha Dîyar hatine niştecîkirin, 40 malbatên din jî di nav mala 11 gundîyan de hatine niştecîkirin, 9 malbat di nav malên welatîyekî bi nave bavê Ferhad hatine niştecîkirin, 22 malbatên Erebên hawirde li nahîyeya  Bilbilê hatine niştecîkirin û ew malbatên Ereb li herdu gundên Qizilbaş û Bêlê hatine niştecîkirin û hejmarek malbatên Ereb di nav 3 malên gundîyên Kefersefrê de hatine niştecîkirin

Li gor amarên sazîyên taybet bi koçberîyê, ji encama êrîşa hêzên Rûsya û hikûmeta Sûrîyê bo ser parêzgeha Idlibê, nêzîkî 300 hezar kes ji cihên xwe koçber bûne. Li gor çavkanîyên taybet bi Rûdawê bi hezaran ji wan gihane herêma Efrînê û li deverên cuda yên wê herêma Rojavayê Kurdistanê ku hêzên Tirkîyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê dest danîye ser, têne niştecîkirin

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin