Encûmena Wezîran rêkeftina Hewlêr û Bexdayê guftûgo kir

Encûmena Wezîran rêkeftina Hewlêr û Bexdayê guftûgo kir

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştîya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bidawî hat

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor zanyarîyên li Encûmena Wezîran ji medyayê re hatine ragihandin, di civînê de behsa pirsgirêk û astengîyên li pêş elektirîkê û projeyasaya wê hatine guftûgokirin.

Derbarê danûstandinên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, duhî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo guftûgo bi Hikûmeta Federal re taybet bi pirsa budceya sala 2020an civîyabû û serok û endamên şandê hûrgilîyên rêkeftina di bin çavdêrîya Serokê Hikûmetê û Wezareta Darayî ya Iraqê de li ser pirsa budce hatibû encamdan, pêşkêş kirin.

Şandê amaje bi wê da, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezareta Darayî ya Iraqê re li ser pirsa budceya sala 2020ê gihîşt derencamên dawîyê. Ev jî yekem car e Hikûmeta Herêma Kurdistanê di qonaxa destpêkê ya amadekirina reşnivîsa budceya federal de amade dibe.

Di civînê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêvî xwast, ev rêkeftin wek xwe bê bicihkirin û dawaz ji firaksîyonên Kurdistanî û firaksîyonên din ên Parlemantoya Iraqê dike, di qonaxa dahatî de, dema proje biçe Parlemana Iraqê, bo parastina maf û destkeftên darayî yên destûrî yên Herêma Kurdistanê, hevkar û piştevan bin.

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin