Encûmena Wezîran raporta rêkxistin dahatan pesend kir

Encûmena Wezîran raporta rêkxistin dahatan pesend kir

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştîya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî civîna xwe ya heftane girê da.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Di destpêka civînê de, Serokwezîr Barzanî ronahî xiste ser serdana hefteya bûrî ya Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence bo Hewlêrê, ku tekezîkirina li ser rola girîng a Herêma Kurdistanê li navçeyê bû.

Piştre guftûgo derbarê derencamê civîna şanda danûstandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê hat kirin, ku bi rasperdeya rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî bû. Endamên şandê dawî pêşketinên rewşa danûstandinan û guftûgoya di navbera Hikûmta Herêmê û Hikûmeta Federal pêşkêş kirin. Encûmena Wezîran xweşhalîya xwe nîşan da bi pêşveçûna guftûgoyan, bi arasteya rêkeftina li ser projeya budceya federal a sala 2020an, ku ji niha ve ji alîyê Wezareta Darayî ya Iraqê de di qonaxa amadekirinê de ye. Encûmena Wezîran tekezî li pabendîyên Herêma Kurdistanê li hember dabînkirina tevahîya mafan û destkeftên darayî yên Herêma Kurdistanê kir, bi berçavgirtina berjewendîyên giştî yên hevbeş ên herdu alîyan. Biryar jî, di destpêka hefteya bûrî de, şanda danûstandkar serdana Bexdayê bike.

Herwiha piştre, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab raportek derbarê mîkanîzma bicihkirina biryara Encûmena Wezîran a taybet bi rêkxistin û yekxistina tevahîya dahatan bo Wezareta Darayî û Aborî û pêdaçûn û terxankirina xercîyan li ser bingeha pêwîstî û karên pîşîne pêşkêş kir. Encûmena Wezîran ew raport pesend kir û Wezareta Darayî û Aborî raspard, ku rêkarên pêwîst bo kêmkirina rotîna xerckirina pêşîne yên wezaretan bigire ber, bi awayekî asankarî bê kirin, bo bikarin kar û projeyan di çarçova taybetmendîya desthilatan de

Di berdewamîya civînê da Wezîrê Şarewanî û Geştûguzarê Sasan Ewnî, çend ronîkirinên pêwîst derbarê projeya pêwera ava malan pêşkêş kir û amaje bi wê da, ku rojane (2.1 milyon metro sêcar) ava şîrîn tê berhemanîn, ku têçûna giştî rojane li ser hikûmetê (840 milyon Dînar) e, ku mixabin rojane (850 hezar metro sêcar) ava pak a vexwarinê vala diçe, ku têçûna wê rojane digihe (340 milyon Dînar) û salane zêdetir ji (124 milyar Dînar) e, ev jî dibe sedema windakirina 40 mîge wat rojane. Encûmena Wezîran piştevanîya berdewambûna projeya danana pêwerên ava malan dike û daxwaz ji welatîyan dike, berpirsatîya parastina avê bigirin stûyê xwe, ku sameneke xwazayî ye û sînorekê ji herdirçûna wê danin, ji ber ku xercîya wê li ser hikûmetê gelek e.

 

Di dawîyê de, Wezîrê Kehrebê Kemal Mihemed Salih ronîkirinên pêwîst bi data û zanyarîyan da, derbarê kêmbûna demjimêrên dana kehrebeya niştimanî bo welatîyan, ku ji encama bikaranîna zêdetir bi sedema werzê Zivistanê çê bûye, fişar li ser tora kehrebê dirust bûye û Wezîrê Kehrebê amaje bi hewlên wezaretê di vê derbarê de kir. Encûmena Wezîran biryar da, di civînên bê de danûstandinên zêdetir li ser vê pirsê bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin