Dewleta Tirkîyê termê gerîlayekî PKKê bi rêya postê ji malbata wî re şand!

Dewleta Tirkîyê termê gerîlayekî PKKê bi rêya postê ji malbata wî re şand!

Termê gerîlayekî PKKê ku li Dêrsimê di şer de canê xwe ji dest dabû, bi rêya kargoyê bo malbata wî hat şandin.

A+A-

NAVENDA NÛÇEYAN - Gerîlayekî PKKê bi navê Egîd Îpek, roja 23 Gulana 2017 di şerekî de li gel serbazên Tirkîyê li girê Xelasor li herêma Dêrsimê, canê xwe ji dest dabû û piştî 2 salan (Gulana par) malbata wî hat agahdarkirin ku termê Îpek hatîye dîtin.

Li ser vê yekê, malbata Egîd ku niştecihên bajarê  Dîyarbekirê ne, çûn Dêrsimê û nimûneya xwînê dan bo ku têsta DNAyê bê kirin ji bo tekezkirina nasnameya wî.

Di encama têsta DNAyê de hat piştrastkirin ku ew termê Egîd Îpek e. Lêbelê wê demê termê Egîd radestî malbatê nehat kirin.

Serdozgeîya komarî ya Dêrsimê termê wî gerîlayê PKK şand serdozgerîya Dîyarbekirê. li wir jî malbata Egîd hat vexwendin û hestîyên gerîlayê PKKê di nava qutîyekê de radestî malbata wî hatin kirin.

Halîse Aksoy, dayka Egîd dibêje, “Me dizanî ku kurê min berî 3 salan di pevçûnekê de canê xwe ji dest daye. Wê demê tişta ji destê me tê me kir bo ku termê wî bibînin, lê me encamek bi dest nexist. Par li me gerîyan û gotin, ‘termê we di destê me de ye’. Ji bo hestîyan jî nimûneya DNAyê xwestin.”

Ew dayika gerîlayê PKKê aşkere dike, “Me bi rêya parêzeran hewl dida ji bo hestîyên kurê xwe werbigirim. Çend roj berê li min gerîyan û gotin ‘emanetek we heye, herin wergirin’ lê negotin ka çi ye. Ez çûm û li beşa emanetan ji min re hat gotin, ‘ev hestîyên kurê te ne’. Di nava paketekê de... ez nizanim çi bêjim.”

Termê Egîd Îpek ku di qutîyekê de radestî dayika wî hat kirin, li bajarê Mêrdînê bi xakê hat spartin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin