Daxuyaniya Hizba Dêmokrat li derheq naveroka axaftinên nûeşkerebûyî yên serokê PJAK ê

Daxuyaniya Hizba Dêmokrat li derheq naveroka axaftinên nûeşkerebûyî yên serokê PJAK ê

.

A+A-

Xelkê xebatkar û azadîxwazê Kurdistanê

Li rojên derbasbûyî de çend faylên dengî ên Emîr Kerîmî, serokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê(PJAK) belav bûne ku bûye cihê ecêbgirtîman û kerba soşyalmidyaya Kurdî û hevdem aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê jî neçar bi berteknîşandanê bi wan axaftinan kirine.

Emîr Kerîmî yê serokê PJAKê li wan axaftinên xwe de êrîşeke berfireh dike ser Hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi taybet Hizba Dêmokrat û remz û sîmbolên vê Hizbê ku hevdem beşa herî girîng ji remz û nirxên şoreşgeriyên tevgera netewî û azadixwaziya Kurdin jî.

Serokê PJAKê li axaftinên xwe de neînku her ji dîtingeha îdeolojiya xwe ve resenatiya Hizba Dêmokrat û dîroka xebata pirşengdare vê kiriye armanc, belku daye xuya ku binyat û felsefeta hebûna xwe li ser dijayetiya digel Hizda Dêmokrat û nirxên vê yên netewî û dêmokratîkên xebata rizgarîxwaziya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û reşkirina yên din hatiye danîn.

Lewma jî wî bi çewtnîşandana dîroka tevgera Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, bixtankirin û herwisa bi bervajînîşandana rastiyên vê dîrokê, ji sînorên rexnegirtinê derbas dibe û av li aşê dujminên Kurd dike. Belavbûna wan axaftinan li demekê de ye ku Hêzba Dêmokrat û Hizbên din ên Rojhilatê Kurdistanê, şiyan û hewldanên xwe bo pêkanîna yêkitî û hevxebatî ya hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê terxan kirine, hekî çi tê gotin ku ev axaftinên Emîr Kerîmî yên salên berê ne û li rewşeke taybet de hatine kirin, her li wî halî de jî serokê niha yê PJAKê û ragihandinên wan dikarîn bi rohnkirinan û xweparastin ji hizrên ku berê hebûne, biselimînin ku niha rûpelek nû vekirine û pêwendiya xwe li hember Hizba Dêmokrat û rêkxiravên din ên li Rojhilatê Kurdistanê de hilde û wan cure dîtingehên çewt, bawêje. 

Xuya ye ku berî her tiştekê, Hizba Dêmokrat qezaweta li ser axaftinê Emîr Kerîmî, serokê PJAKê li ser dîroka Hizba Dêmokrat, 8 dehik tekoşîna siyasî û dîplomasiya Hizbê û rêkxistina civaka Rojhlatê Kurdistanê her bi xelkê Kurdistanê dispêre. Her wek çawa deng û ekta siyasiya xelkê, bersivdan bi banghêjiyên Hizbê bo mangirtin û wan durûşmên ku li xwenîşandanên ser şeqaman de bilind dibinꓼ Selimînerê pêgeha dîrokî û serrast a Hizba Dêmokrat li nav civaka Rojhilatê Kurdistanê de neꓼ Lê tevî vê yekê, çend xal wek rohnkirin li ser wan gotinên çewt û bênaverok ên serokê PJAKê bi hewce dizane:

Yekemꓼ Ev gotinên Emîr Kerîmî, serokê PJAKê derdixe ku ev aliya li ser binyata çewtekarî, çandina kîn û bêzarî û jinavbirina hizrên cuda, endam û alîgirên xwe perwerde dike û bi vê şêwazê, tovê jihevqetiyan û şeqartêxistin li hinavê civaka Rojhilatê Kurdistanê de diçîne.

Duyemꓼ serokê PJAKê di cihê vê yekê ku binyata îdeolojî û binav xebata xwe bi têgihîştin û mentiqa siyasî û dîrokî ve bihejîne û alîgir û endaman bo pêvajoya xwe kom bike, bi sîstematîk dest dawêje çewtekariya dîrokî û êrîşkirin û bêrêzîkirin bi remz û sîmbolên Hizba Dêmokrat ku hevdem sîmbolên netewiya Kurd li Rojhilat û beşên din ê Kurdistanê ne jî. Ev siyaseta li berdewamiya êrîşkirinên bê pirensîp ên bo ser dîroka xebata Hizbên Rojhilat ku bi taybet li 5 dehikên derbasbûyî de alahigirê rast ên xebat û tekoşîna bi dijî dîktatoriya komara îslamî bûn, û li vê pêxemê de jî, bi hezaran şehîd daneꓼ qazanca vê her diçe paxela neyarên tevgera rewaya Kurd.

Sêyemꓼ Berwajiyê dîtingehên serokê PJAKê, Hizba Dêmokrat pêka adetê mêjweye xwe her li ser vê baweriyê ye ku hizba siyasiya modern li ser binyata xebat û tekoşîna berdewam û qurbanîdan li pêxema gel û nirxên şoreşvaniyê çê dibe, nek siyaseta jinavbirin, çewtekariya dîrokî, şirovekirina yekalî û derbe lêdan bi şan û nirxên netewî.

Çaremꓼ Hizba Dêmokrat li heyama 80 sal temenê xwe yê tejîşanaziya xwe li meydana xebatê bo bidestveanîna mafê netewiyî ye Kurd li Rojhilatê Kurdistanê de raste ku bê şaşî û kêmasiyan nebûye, lê bi şanazî ve em dibêjin ku berwajiyê dîtingehên serokê PJAKê, ti kes, hizb û aliyek siyasî nikare xaleke lawaz li dîroka vê hizbê li pêwendî digel wan dewletên ku Kurdistan bi ser wan de hatiye dabeşkirin, peyda bike ku xisar gihandibe bi tevgera Kurd li her yek ji beşên Kurdistanê ꓼ Ev yeka jî dide xuya ku Hizba Dêmokrat heta çi astekê xwediyê serbixweyî û serweriya siyasiya xwe ye.

Pêncemꓼ hewldan bo lekedarkirina dîroka xebat û tekoşîna Hizba Dêmokrat ev jî bi rêya êrîşkirin û çewtekariya dîrokek tale û neyarên Hizba Dêmokrat û zêdetir ji hemûyan, komra îslamî ceribandiye, lê eva wek pêşî girtina rojê pê Bêjîngê bûye û bi vê hindê ti destkevtek bo wan nebûye. Hizba Dêmokrat li ser vê baweriyê ye ku li rewşekê de Kurdistan pitir ji her demê hewcehî bi yêkrêzî û hevxebatiyê heye, têkdana hevpêwendî û astengîçêkirin li nav karê hevpar, neînku her xizmet bi pêşxistin û biencamgihîştina tevgera siyasî û netewiya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê de nîne, belku berwajî, bi tevavî bi dijî wan armancan tê şirovekirin.

Şeşimꓼ dîroka tevgera siyasî û neteweyî a Kurd û xisarnasiya ceribandinên pêştir ên hevxebatiya hêzên siyasî li Rojhilatê Kurdistanê ev jî li kêleka tevgera guherînan bi taybet li rewşa niha ya Îran û deverê de, hewcehî bi jiyanekê bi hevxebatî û karê hevpar li navbera hêzên siyasî û heta ji vê zêdetir, hewcehî bi pêkanîna bere an hevpeymaniyek berfireh li navbera Hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê heyeꓼ ev armanca jî bi vê cure dîtingehê bi dest nayê ku Emîr Kerîmî yê srerokê PJAKê pê diaxive û bi ser vê hizrê diçe.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê tevî spaskirin û pêzanîn li endam û alîgirên xwe û wan hemû xwedîpênûs û hizrên ku li vê heyamê de bi zimanek paqij û bi hişmendî û mentiqa siyasî ve berevanî li rewatiya tevgera siyasî-netewiya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, Hizba Dêmokrat û dîroka xebat û sîmbol û nirxên şoreşgeriyên vê Hizbê kirine, daxwazê ji rêberatiya PJAKê dike ku bi fermî li derheq axaftin û gotinên Emîr Kerîmî, serokê vê hizbê rohnkirinê bide civaka xelkê û aliyên siyasî.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Îdarî

9ê Çiriya Paşîn 2025 a Zayînî

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin