Berdevkê encumena serkirdetîya PDKê li Silêmanîyê canê xwe ji dest da

Berpirsekî pilebilind yê PDKê li bajarê Silêmanîyê canê xwe ji dest da.

6 Sibat 2020

Navenda Nûçeyan– Îro danê sibê, li bajarê Silêmanîyê berdevkê encumena serkirdetîya PDKê li Silêmanî û Helebcê, Eta şêx Hesen canê xwe ji dest da.

Li gorî agahîyên BasNewsê, Eta şêx Hesen li nav otomobîla xwe de û ji ber nexweşîya dil canê xwe ji dest dabû, ji ber wê jî kontrola otomobîlê ji destê wî derketibû û otomobîl rastî rûdana tirafîkê bibû.